Beştaş: Ev hilbijartina Zordest e, gel dê ji AKP-MHP'ê xelas bibe 2018-04-18 17:22:48   ENQERE - Wekîla Serokên Koma HDP'ê Meral Daniş Beştaş, têkildarî biryara hilbijartina pêşwext daxuyanî da û wiha got: “Me her dem got AKP û MHP lîstik ava kirine û vê lîstikê dilîzin. Lê gel dê bi vê hilbijartinê ji vê koalîsyona AKP-MHP'ê xelas bibe. Ev helbijartina serdest e."    Duh di civîna komên partiyan de Serokê MHP'ê Dewlet Bahçelî xwest hilbijartina pêşwext pêk bê. Li ser vê yekê Serokê AKP'ê Tayyip Erdogan bi Bahçelî re civîn pêk anî. Piştî civînê daxuyanî da çapemeniyê û aşkere kir ku dê di 24'ê Hezîrana 2018'an de hilbijartina Serokomar û wekîlan pêk bînin. Têkildarî vê biryarê Wekîlên Serokên Koma HDP'ê nerinên xwe anîn ziman.    KERESTECÎOGLU: GEL DÊ BERSÎVÊ BIDIN WAN   Wekîla Serokên Koma HDP'ê Filiz Kerestecioglu, diyar kir ku piştî AKP ferq kir ku dengan winda dike û xwînê winda dike ket nava hewldanan û wiha got: Her ku Dolar li gorî TL buha dibin AKP jî winda dike. Ne politikayên şer û ne jî tepisandina muxalefeta civakî nikare rê li pêş têkçûna wan bigire. Her ku diçe bêtir serberjêr diçin. Xuyaye ku dê bêtir serberjêr biçin. Her kes dizane ku fikara wan ne ya welat e. Ne fikara aboriya welat e. Ew polîtîkaya ‘Em bixwazin dibe" dimeşînin. Ji ber vê yekê ne hilbijartina pêşwext, hilbijartina bi zorê û zordest e. Ji ber vê yekê yekê em wekî partî ji her cureyên hilbijartinê re amade ne. Ew jî vê yekê baş dizanin. AKP bi hilbijartina zû rêya çûna xwe amade dike. Gel dê bersîva pêwist bide wan."    BEŞTAŞ: GEL DÊ JI KOALÎSYONA AKP Û MHP'Ê XELAS BIBE   Wekîla Serokên Koma HDP'ê Meral Danış Beştaş jî wiha got: “Me her dem got AKP û MHP lîstik ava kirine û vê lîstikê dilîzin. Lê gel dê bi vê hilbijartinê ji vê koalîsyona AKP-MHP'ê xelas bibe. Ev ne hilbijartina pêşwext e. Ev hilbijartina bi zorê û zordest e."