ESP’ê girtina hevalên xwe şermezar kir 2018-04-18 13:55:34 STENBOL – ESP’ê bertek nîşanî girtina 10 hevalên xwe da û got ku ew ê li gel hemû astengiyan jî dê li qadên 1’ê Gulanê bin.  Li navçeya Kadikoyê ya Stenbolê, ji 22 endamên ESP’ê yên belavokên 1’ê Gulanê belav kirin jê 10 kes hatin girtin. ESP’ê bi daxuyaniyek nivîskî girtina 10 hevalên xwe şermezar kir. ESP’ê destnîşan kir ku girtina binçavkirina li dijî ESP’ê lewaziya desthilatdariyê nîşan dide û vê desthilatdariya ji fikrên muxalîfan ditirse dixwaze bi destê darazê hemû muxalîfan bêdeng bike. ESP’ê got ku ew ê li gel hemû astengî, binçavkirin û girtinan jî dê biherikin qadên 1’ê Gulanê û banga beşdariya 1’ê Gulanê li her kesî kir.