Şahidê hovîtiya OSO E.S: Deh kes li ber çavê min qetil kirin 2018-04-18 11:20:36   EFRÎN - Ciwanê bi navê E.S. li Efrînê du caran ji aliyê TSK û komên girêdayî wê OSO'yê ve hat girtin. E.S. behsa hovîtiya komên OSO û TSK'ê li Efrînê tîne serê mirovan kir û got: "Mirovan li pey hev rêz kirin û li ber çavên min deh kes qetil kirin. Piştî min eşheda xwe anî, ez ji destê wan rizgar bûm."   Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) û komên girêdayî wê Artêşa Azad a Sûriyeyê (OSO) bi çekên giran êrîşî ser Efrînê kir û piştî du mehan gel koçber kir û dest danî ser malê gel û ket Efrînê. Hovîtiya bi pêşengiya endamên OSO û TSK'ê li Efrînê dewam dike.   Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA); ciwanê bi navê E.S. (27) ji bajarê Efrînê ye, 2 caran ji aliyê TSK û OSO'yê ve tê girtin. Di roja 18'ê adarê de dema TSK û OSO bi ser navenda Efrînê de operasyon pêk anîn, bi îdayaya ku E.S. "Endamê YPG'ê ye" endamên OSO îşkence lê kirin. E.S. der barê wê wê îşkenceya lê hatiye kirin de axivî.    E.S. da zanîn ku dema gelê Efrînê neçar dima ji bajêr derkeve wî biryar da ku ji mala xwe dernekeve û got: "Me biryar da ku em ji mala xwe dernekev in. Wiha ez bûm şahidê ku çawa Artêşa Tirk û çeteyên wê dizî û talan li Efrînê dikirin. Diketin malan û ciwan bi xwe re dibirin cihên ne diyar. Em ji revandin û îşkenceyê ditirsiyan."   E.S. destnîşan kir ku şevekê dema li mala xwe bû xwest ku zû bikeve xewê û wiha domand: "Dema li mal bûm, komeke çete êrîşî mala min kirin. Mal serûbinê hev kirin. Li şervanên YPG 'ê digeriyan. Dema digeriyan hin pere bi min re dîtin. Ez bi xwe re birim û îda kirin ku ez 'endamê YPG'ê me.' Min îdayên wan red kirin. Bi qûndaxa keleşnîkofê li min dan, li zikê min didan. Turek kirin, serê min û ez bi xwe re birim maleke Efrînê ku ji xwe re kiribûn baregeh.   'MIN KÊLIYÊN MIRINÊ BI ÇAVÊN XWE DÎT'    Li baregeha xwe destê min li pişt min girêdan, li zik û pişta min didan. Gotinên kirêt ji min re dikirin. Digotin ku ez 'endamê YPG'ê me.' Ji min pirsa cihê malbata min dikirin. Min hemû îdayên wan red kirin. Ji min bawer ne dikirin û ji min aciz dibûn. Li min didan û pirs têkiliya min bi Rêveberiya Xweser re dikirin. pişt re her dû lingê min girêdan û ez dalqandim, serê min kirin nava avê û ez dixeniqand im. Min kêliyên mirinê bi çavên xwe dîtin. Ez 4 roj di destê çeteyan de mam. Di wan çar rojan de min gelek caran mirin bi çavên serê xwe dît. Bi şev av divêtin ser çavên min, da ku xew nekim."    'HER TIM KELEŞA WAN DI SERÊ MIN DE BÛ'    E.S. anî ziman ku yên wî desteser kiribûn di roja dawî de telefona wî ya berîkan lê vegerandin û jê xwestin ku bi hemû xizmên xwe re bixive ji wan re bêje rewş arame û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Ji min xwestin ku ez bi xizmên xwe yên derketina derveyî Efrînê re biaxiv im û ji wan re bêjim, çete alîkariya me dikin, bela vegerin bajar. Dema ez diaxivîm keleşê kirin serê min. Di roja 5'an de min berdan."    'LI PEY HEV RÊZ KIRIN Û WAN QETIL KIRIN'    Piştî çend rojan careke din endamên OSO E.S jî di nava de 20 ciwanan û zilamên ji taxa Eşrefiyê kom kirin. E.S. der barê wê rojê de jî wiha got: "Me li pey hev rêz kirin. Li ber çavê her kesî ji me pirsa çi têkiliya me bi Rêveberiya Xweser û YPG'ê re heye, pirs dikirin. Dema bersiv ne li gorî kêfa wan bû, gule direşandin. Li ber çavên min deh kes qetil kirin."   'PIŞTÎ MIN EŞHEDA XWE ANÎ, MIN NE KUŞTIN'    Heman pirs ji E.S. jî kirin û dema got ku tu têkliya wî bi wan re nîne keleşê xistin serê wî û wiha behsa vê kêliyê kir: "Ez pir tirsiyam, min şehadeta mirinê da. Di deh rojên ku ez li Efrînê mam, min mirin bi çavên serê xwe dît. Mirin nêzî her kesî bû. Rojên zehmet û bi tirs me jiyîn. Dema min eşheda xwe anî, çeteyekî din got 'ew rast diaxive, mislimane û eşheda xwe tîne.' Min bawer ne dikir ji mirinê xilas bibim. Dema ez berdam, min lez kir da ku ji wan xilas bibim, çeteyekî 2 gule li min da, ez bi sivîkî birîndar bûm. Piştre ez derketim û gihiştim malbata xwe."   E.S. piştî ewqas bûyer tên serê wî, di nava bexçeyan re berê xwe dide navçeya Şêrawa. Bi şev dimeşe û bi roj xwe di nava keviran de vedişêre, heta gihişt gundê Soxankê ya navçeyê, li vir êdî giha cihekî bi ewle, ji wir jî berê xwe da gel malbata xwe ya li kantona Şehbayê bi cih bûye.   E.S. di dawiya axaftina xwe de jî got ku ew bi bawer in ku dê vegerin Efrînê.