Aytîn: Jin pêşengiya yekîtiya neteweyî ya kurd dikin 2018-04-18 10:19:26 AMED – Endama Platforma Yekîtiya Jinên Kurd Fîkriye Aytîn destnîşan kir ku pêdiviya mezin bi yekîtiya neteweyî ya kurd heye û jinên kurd pêşengiya vê xebatê dikin.  Li Amedê di 23’ê kanûna 2017’an de jinên kurd hev kom bûbûn û bi ser navê “Jinên kurd pêvajoyê nîqaş dikin” civînek li dar xistibûn û di çarçoveya vê xebatê de Platforma Yekîtiya Jinên Kurd ava kiribûn. Jinan destnîşan kiribûn ku yekîtiya netewî ya kurd jêneveger e û dê jin pêşengiya vê xebatê bikin. Endama Platformê Fîkriye Aytîn der barê xebatên yekîtiya netewî de agahî dan û got: “Li Rojhilata Navîn şer, tacîz, tecawiz û qirkirin nasekine. Herî zêde jin ji vê bi bandor dibin. Li dijî êrîşan pêdiviyek mezin bi yekîtiyek netewî ya xûrt heye. Divê jinên kurd bîrdozî, bawerî û hemû nêrînên xwe cuda deynin aliyekî û li derdora yekîtiye bibin xelek.”    ‘JI BER YEKÎTIYA NETEWEYÎ PÊK NEHAT, MÊTINGERÎ MAYÎNDE BÛ’    Aytin da destnîşan kir ku jinên kurd pêşengiya têkoşîna rizgariya azadiya demokratîk dikin û wiha got: “Têkoşîna gelê me da meşandin, êdî ber bi encam girtinê ve diçe. Her çiqas beriya niha 100 sal li çar parçeyên Kurdistanê berxwedanek mezin hatibe nîşandan jî lê ji ber yekîtiya netewî pêk neanîn, statûya mêtingeriyê nehat rakirin û mayînde bû. Em di rojên ku siberoja Rojhilata Navîn bê diyarkirin de derbas dibin. Di vê pêvajoyê de tenê ne bendewariyên gelê kurd hene, yên gelên Rojilata Navîn jî hene. Ji bo ji vê yekê re bersivek bê dayîn, divê hemû hêzên Kurdistanê xwe bikin yek û pêşengiya vê xebatê jî dikeve ser milê me jinan.”    'XEBATA JINÊN KURD STRATEJÎK E’    Aytîn da zanîn ku bêyî ku dem bê windakirin pêwîste yekîtiya netewî bê sazkirin û wiha domand: “Dîrok yekîtiya netewî li me ferz dike. Gelê kurd û jinên kur dli Şengal, Kobanê, Kerkûk û herêmên din li dijî DAIŞ’ê berxwedanek di çarçoveya yekîtiya neteweyî ya kurd de nîşan da. Lê herî dawî jî bi erêkirina hêzên navnetewî Tirkiyeyê li dijî Efrînê dagirkerî pêk anî. Heke ku yekîtiya neteweyî ava nebe, dê êrîşên tundtir dewam bikin. Çareya gelê kurd ji bilî yekîtiyê nîne û jixwe alîgirê yekîtiyê ye jî. Statûya mêtingeriya sed sal berê li ser Kurdistanê hat avakirin, êdî bê wate maye. Mafê tayînkirina çarenûsa gelê kurd mafê herî rewa û demokratîk e. Platforma Yekîtiya Jinên Kurd xebatên dan destpêkirin, stratejîk û xebatek jiyanî ye.”    ‘JIN PÊŞENGIYA YEKÎTIYA NETEWEYÎ DIKIN’   Aytîn anî ziman ku di çarçoveya plansaziyên platformê de li çar parçeyan kurd tên gel hev û wiha dewam kir: “Em hemû bîrdozî, fikrên siyasî û ramanên xwe datînin aliyekî û em xebatên xwe bi ruhekî netewî dikin. Em li gel hemû partî, sazî û dezgehên kurd digerin û di çarçoveya yekîtiya netewî de hevdîtinan dikin. Em hemû beşên civaka kurd ziyaret dikin. Gel jî jê razî ye ku ji aliyekî ve jinên kurd pêşengiya sazkirina yekîtiya netewî dikin. Jixwe jin pêşengiya yekîtiya netewî dikin. Dema baweriya gelê me bi vê xebatê tê, ev jî mroal û kelecanê dide me.”    ‘LI DIJÎ ZIMAN Û ÇANDA KURD ÊRÎŞ HENE’    Aytîn di dawiya hevpeyvînê de bal kişand êrîşên ser çanda gelê kurd û got: “Li her çar parçeyan bêtehamulî li dijî çand, huner û zimanê gelê kurd heye. Li çar aliyan êrîş li ser ziman û çanda kurd heye. Çanda me jî di qirkirinê de derbas dikin. Ji bo xatirê em di destpêkê de xwedî li nirx, çand û zimanê xwe derbikevin, yekîtiya netewî ferz e. Xebat ji bilî çar aliyên Kurdistanê, li çar aliyê cîhanê tê birêvebirin. Heta yekîtiya netewî pêk bê em ê wek jinên kurd têkoşîna xwe ya hevpar dewam bikin.”    MA / Esra Solîn Dal