Zabiteyê qeyûmê dema hişbir difirot hat girtin 2018-04-18 10:03:09 AMED - Zabitayê Şaredariya Yenişehîrê ya di destê Qeyûmê de ye E. Ayhan, dema  bi uniformayê xwe li ser kar bû hişbir difirot, hat girtin. Li ser zabitayê qeyûmê E.Ayhan 13 fişek eroîn, 4 heb û 5 hezar 865 TL li ser hat girtin.  Li Amedê zabitayên Şaredariya Yenîşehîrê ya di destê Qeyûmê de ye, li ser firotina hişbir û tiryakê hatin girtin. Yekineyên Narkotîkê yên Midûriyeta Polîsan a Amedê li kolana Hunerê ya semta Ofisê li ser îxbara ku tiryakê difiroşin dest bi operasyonê kirin. Di 4'e nîsanê de li ser îxbara ku tiryak û hişbirê difiroşin, li Kolana Hunerê dest bi lêgerînê kirin. Polîsan di operasyonê de Zabitayê Şaredariya Yenîşehirê ya Qeyûm tayînî wê kirine, E. Ayhan xistin taqîbê. Zabita E. Ayhan ê cilên zabita lê û di mesaiya kar de bû, li ser karê firotin û kirîna tiryakê hat binçavkirin. Polîsan dema zabita E. Ayhan girtin li ser wî 13 fişek eroinê, 4 hebên eroinê hatin girtin. Dîsa bi gişti 5 hezar û 865 TL pere li ser wî hatin girtin. Polîsan piştî E. Ayhan binçavkirin karta wi ya zabitayê desteser kirin.    2 kesên ku hat gotir tiryak ji zabita E.Ayhan kirîne jî hatin binçavkirin û di 5'ê Nîsanê de sewqî dozgeriyê hatin kirin. Hat zanîn ku Zabita E. Ayhan di heman demê de tiryakêşê eroînê ye. Ayhan, piştî derxistin edliyê hat girtin û şandin girtîgehê. E. Ayhan ku ji bo kadrobûnê ket ezmûnê, di ezmûna mulakat û nivîskî re derbas bûbû û di 20'ê Sibatê de derbasî kadroya zabita bûbû. Di mehan şaredariyê de bi sedan kes jî ji ber ku ne nêzî AKP’ê ne, "Lêpirsîna ewlehiyê" derbas nekirin û neketin kar.    MA / Deniz Tekin