‘Doza panzêrê’ ya Silopiyayê: Kujer di nav me de ye 2018-04-18 09:50:36 ŞIRNEX – Dê sibê danişîna sêyemîn a doza birayên Yildirim ku li Silopiyayê panzer ket mala wan û ew kuştin pêk bê. Bav Mesut Yildirim got: “Kîjan wijdan qebûl dike ku kujer di nav me de bigere?”  DI 3’yê Gulana 2017’an de li Silopiyaya Şirnexê panzera polîsan ketibû xaniyê malbata Yildirim û birayên hev Muhammed (7) û Furkan Yildirim (6) dema di xew de bûn kuştibû. Der barê polîsê ajokarê panzêrê Omer Yegît û amîrê wî Mûrat Maden de doz hatibû vekirin. Dê danişîna sêyem a dozê sibê li Dadgeha Cezayê Giran a 2’yan a Cizîrê pêk bê. Di dozê de bi tawanbariya “Kuştina bi qisûrdar” ji 2 salan heta 15 salan cezakirina herdu polîsan tê xwestin.    BAV YILDIRIM: ME FERQ KIR KU EDALET TUNE YE    Bav Mesût Yildirim ku got “Di danişîna ewil de berdana polîs, bi qasî bûyera hat serê me em êşandin” banga xwe ya ji bo edaletê careke din kirin. Yildirim, bi lêv kir ku êşa wan tu carî kêm nebûye û got: “Em fikirîn ‘gelo qey tişta ji destê me hat me nekir, qey parêz baş tev negeriyan, qey bûyer ji bo raya giştî baş nehatiye ragihandin.’ Lê paşê me fêm kir ku; ev welat bi rastî jî ne welatê edaletê ye.”   Bav Yildirim, diyar kir ku ji ber bûyerên bi vî rengî dubare dibin ew tim diêşin. Bav Yildirim destnîşan kir ku di dozê de cezakirina sûcdaran wê di warê şexsî de tiştekî li wan zêde neke, lê belê wê bibe nîşaneya ku kêm be jî edalet heye.    Bav Yildirim, diyar kir ku hevjîna wî tim digirî û diyar dike ku xwezî wê zarok li eywanê ranezandana. Yildirim, anî ziman ku êdî ew nikarin derkevin derve û rûyê wan nakene. Yildirim, destnîşan kir ku divê sûcdar cezayekî baş bistînin da bûyerên bi vî rengî careke din rû nedin û got: “Lê dikarim bêjim ku li cihekî ku edalet lê tune be hêvî badilhewa ye. Em kesên tev li vê bûyerê bûne, sûcdaran diparêzin û wan berdidin hewaleyî Xwedê dikin.”    Bav Yildirim keşfên cihê bûyerê yên berê ku polîs sûcdar derxistibûn bi bîr xist û got: “Lê dîsa jî dozger lêkolîna cihê bûyerê dixwaze. Wê ev heta kengî dewam bike? Em dixwazin sûcdar û kujer demildest bên cezakirin.”