Şivanên li ‘Bazara Şivanan’: Tirsa me herêmên qedexekirî ne 2018-04-18 09:43:29 WAN – Îsal li Wanê “Bazara Şivanan” ku xwediyên colên pez, şivan û gel lê tên cem hevdu, ji betalan xalî nabe. Tu kes ji rewşa heyî ne razî ye û tekane tirsa şivanan jî herêmên qedexekirî ne.  Li Wanê, îsal “Bazara Şivanan” ku xwediyên colên pez, şivan û gel her bihar lê tên cem hevdu, ji betalan xalî nabe. Li vir tu kes ji rewşa heyî ne razî ye. Bi sedan ciwan û extiyar ji ber krîza aborî  li qadê kom dibin. Xwediyên colên pez ji ber krîza aborî fiyetan dadixin û şivan jî diyar dikin ku ew nikarin debara xwe bikin. Her wiha tekane tirsa şivanan jî herêmên qedexekirî ne.    'EM HER ROJ KOORDÎNATÊN CIHÊ DIÇINÊ DIDIN QEREQOLÊ’    Şivanan bal kişand ser qedexeyên li ser zozan û mêrgan û diyar kirin ku ew her roj koordînatên cihên ku diçinê didin qereqolan. Şivanan xwest demildest dawî li vê rewşê bê û gotin: “Em her sibeh koordînatan didin qereqolê. Dema hevalek serdana me bike, qereqol demildest gazî me dike û hesab dipirse.”    'ŞIVANTÎ ÊDÎ PIR XETERE YE’    Resûl Sadak ku li kar digere, diyar kir ku di salên dawî de hejmara heywanan kêm dibe û xwediyên heywanan jî êdî nikarin heqê şivanan bidin. Sadak, bi lêv kir ku êdî şivan mehê 3 hezar lîreyî dixwazin, lê belê xwediyên pez hewl didin kêm bikin. Sadak got: “Xwediyên heywanan jî hema bêje wekî me perîşan in. Ji ber qedexeyan û herêmên leşkerî êdî şivantî xetere ye. Hîn jî gelek zozan qedexekirî ne. Heta 2 sal berê jî her der serbest bû û me bi rihetî heywanên xwe diçêrandin. Niha em nikarin heqê av û ceryanê û kirê bidin. Ji ber wekî din karekî ku bikim tune ye, şivantiyê dikim.”    'EM PERÎŞAN Û MEXDÛR IN’    Halîs Ergîn jî, diyar kir ku kesê şivantî nekiribe nizane çi qas zehmet. Ergîn, bi bîr xist ku ew 7-8 mehan bêyî bêjin berf û baran e dixebitin. Ergîn got: “4 sal berê 3 hezar lîre didan şivanan, lê belê îsal xwediyê heywanan 2 hezar lîreyî didin. Lê kîloya goşt bûye 60 lîre. Her tişt zêde bûye. Êdî mirov nikare debara xwe bike. Em sibehê radibin zem, êvarê radizên zem. Gel perîşan û mexdûr e.”    'JI BER QEDEXEYAN EM ŞIVANAN PEYDA NAKIN’    Haci Mustafa Ûysalê Erdîşî ku heqê şivanan dadixe û hewl dide sûdê ji vê reqabetê bigire got: “Em li şivanan digerin, lê nabînin. Zozan qedexe ne, Rewşa Awarte heye. Şivan mehê 5 hezar lîre dixwazin. Ma ez ê 5 hezar lîreyî ji kuderê bibînim? Îsal gelek zozan qedexe ne û heqê kirêkirina zozanan jî zêde bûye. Min 30 hezar lîre da heqê zozanê û ez ê 30 hezar  lîreyî jî bidim şivan. Yanî dê 90 hezar lîre mesref be. Her wiha heqê dermanên heywanan jî heye. Ez xwediyê pez im, lê ez ewqasî qezenc nakim. Hikûmet radibe dibêje ‘em desteka çandiniyê dikin.’ Hikûmet 20 lîreyî destekê dide, lê 15 lîreyî jê dibire.” Sultan Korkûsûz jî got: “Ji bo çelek û miyên xwe, ez ji bo şivan hatim. Du şivan 6 hezar lîreyî dixwazin. Eger em li hevdu bikin em ê tevî şivanan vegerin.”    'EM MEHÊ 3 HEZAR LÎREYÎ DIXWAZIN’    Şivan Omer Dûran jî got: “Xwediyên pez dibêjin em ê mehê 2 hezar lîreyî bidin. Lê em 3 hezar lîreyî dixwazin. Li vira bi sedan şivan hene, lê xwediyên pez dibêjin şivan tune ne. Halbûkî hemû kesên li meydanê şivan in.” Şivan Şeyhmûs Tûran (65) got: “Em ji sibehê heta êvarî birçî disekinin. Di bêrîka me de heqê nan jî tune ye. Ji ber ku em mecbûr in hatine vir. Mad ê şivanek mehê bi 2 hezar lîreyî çawa li 500 miyî binere.Ma dê bi vî awayî kî şivantiyê bike? Em bi 2 hezarî naxebitin.”    'KES NAXWAZE BIÇE HERÊMÊN QEDEXEKIRÎ’    Xwediyê pez Hasan Aslan jî, diyar kir ku tu şivan naxwaze biçe herêmên qedexe û leşkerî û got: “Mehaneya şivanan li gor hejmara heywanan tê dayîn. Dema hejmara heywanan zêde be, mehaneya şivanan jî zêde dibe. Her wiha li gor herêmên qedexekirî û hêsan jî mehaneya şivanan diguhere.” Aslan diyar kir ku li van deran bi sedan şivanên betal hene û got: “Eger ne ji betaliyê bûna dê ev ciwan şivantî bikirina? Yên li vir ji mecbûr in. Li malê zarokên wan birçî ne. Ji ber ku di dest wan de derfetek din tune ye şivantiyê dikin.”    Her wiha li bazarê kesê herî bextewar jî, Ahmet Yildirim e ku gopalan difiroşe şivanan. Yildirim heba gopalan bi 15 lîreyî difiroşe û destnîşan kir ku karê wî baş e. Yildirim got: “Xwezî şivan her roj bihatana vira.”    MA / Mahmut Ruvanas