ROJEVA 18'Ê NÎSANA 2018'AN 2018-04-18 09:39:11 *  Mehmet Vûral ku di 14 saliya xwe de hînî çêkirina baxlemeyê bû, 24 salin baxlemeyan çêdike. Vûral behsa karê xwe kir û got: “Tekane tişta ku cîhanê rizgar bike muzîk e. Muzîk tu carî daxilî şer û xerabiyê nabe.”  * Li Wanê, îsal “Bazara Şivanan” ku xwediyên colên pez, şivan û gel lê tên cem hevdu, ji betalan xalî nabe. Tu kes ji rewşa heyî ne razî ye û her wiha tekane tirsa şivanan jî herêmên qedexekirî ne.    * Di lîsteya lîseyên ku dê bi ezmûna navendî ya MEB’ê xwendekaran bigirin de pêşanî ya lîseyên îmam xetîbê ne. Serokê Şaxa Egîtîm Sen a Jimare 2 ya Îzmîrê Hasan Alî Kiliç, ev rewş rexne kir û bi lêv kir ku li Tirkiyeyê polîtîkayên perwerdehiyê bi pêşniyarên cemaet û terîqatan şikil digirin.   * Derhênerê fîlmê “Kaçiş” (Rev) Kenan Kavût ku di fîlmê xwe de çîroka koçberekî sûriyeyî yê di şer de malbata xwe winda kiriye û ji welatê xwe koç kiriye vedibêje got: “Îktîdar mirovên bêguneh ber bi şer ve hêl dikin. Li erdnîgariyeke ku şer lê hebe, mirin ji jiyanê zehmetir e.”    * Gazete Karinca “Ji 1915’an heta niha: Portreyên Ermeniyan” ku ji projeya Aurora Prîzeyê berhev kir weke pirtûk hat çapkirin. Yek ji wergêrên pirtûkê Lokman Sazan got: “Bi vegotina wan xwendina van mirovan, belkî jî bibe munasebeta hevrûbûn û aştiyê.”    * Jinên koçber, bi armanca ku ew û hevzayendê xwe yên ji Tirkiyeyê re ceribandin û ezmûnên xwe parve bikin, li atolyeya ku Komeleya Piştevaniyê ya Jinên Koçber a Navnetewî li dar xist hatin gel hev. Endama Avakar a Komeleyê Ayşe Çelîk, diyar kir ku bertekên erênî ji bo atolyeyê hene.    * Zabitayê Şaredariya Yenişehîrê ya di destê Qeyûmê de ye E. Ayhan, dema  bi uniformayê xwe li ser kar bû hişbir difirot, hat girtin. Li ser zabitayê qeyûmê E.Ayhan 13 fişek eroîn, 4 heb û 5 hezar 865 TL li ser hat girtin.    *  Li Sûrê, Mala Amedê ku tescîlkirî ye, di nav çop û gemarê de maye.    * Dê sibê danişîna sêyemîn a doza birayên Yildirim ku li Silopiyayê panzer ket mala wan û ew kuştin pêk bê. Bav Mesut Yildirim got: “Kîjan wijdan qebûl dike ku kujer di nav me de bigere?”    *8'emîn danişîna Akademisyenên Aştiyê yên deklerasyona "Em nabin şirîkê vî sûcî" îmze kirin Dr. Esra Mungan, Yrd. Doç. Dr. Meral Camcı, Yrd. Doç. Dr. Muzaffer Kaya û Doç. Dr. Kivanç Ersoy, dê li 13'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê bê dîtin. (09.30)    * Rêxistina HDP'ê dê bi tevlêbûna Hevserokên Giştî yên HDP'ê Pervin Buldan û Sezai Temellî li Navenda Giştî ya HDP'ê civîna hevserokên bajaran pêk bînin. (10:00)   * Danişîna doza Gerînendeyê Giştî yên Nobedar a Rojnameya Ozgur Gundemê Prof. Dr. Şebnem Korur Fincanci, Nûnerê RSF'ê yê Tirkiye Erol Onderoglu û nivîskar Ahmen Nesin dê li 13'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê bê dîtin. (10.00)   * Navenda Giştî ya SES'ê dê rapora der barê întîharên di qada tenduristiyê û encama anketa qada tenduristiya karkeran û ewlehiya kar li avahiya xwe bi raya giştî re parve bike. (11:00)   * Têkildarî 1'ê Gulanê Roja Karkerên Cîhanê dê li gelek bajaran daxuyanî bên dayîn.    * Komîsyona Mafên Zarokan a şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê dê li dijî pêşnûmaya îstîsmarê ku li komîsyona jêr ya Meclîsê bê dîtin daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (12.00)   * Platforma Şaxan ya KESK'ê ya Îzmirê dê li 2'emîn Şaxa Egîtîm Sen'ê ya Îzmirê li dijî OHAL û KHK'ya di hefteya 59'an de daxuyaniyê bide çapemeniyê û bertekên xwe bînin ziman. (18.30)