Nûçegihanê ETHA’yê Adil Demîrcî hat girtin 2018-04-17 17:04:00 STENBOL – Nûçegihanê ETHA’yê Adil Demîrcî bi îdiaya “Endamê rêxistinê ye” û “Propagandaya rêxistinê kiriye” hat girtin.  Nûçegihanê Ajansa Nûçeyan a Etkîn (ETHA) Adil Demîrcî 5 roj berê di serdegirtina malê de hatibû binçavkirin. Demîrcî îro sewqî Dadgeha Çaglayana Stenbolê kirin û îfadeyên wî hat girtin. Dadgehê bi îdiaya ““Endamê rêxistinê ye” û “Propagandaya rêxistinê kiriye” Demîrcî da girtin.