23 kesên belavoka 1'ê Gulanê belavkirin sewqî dadgehê kirin 2018-04-17 15:27:00 STENBOL- 23 kesên ji ber belavoka banga 1'ê Gulanê li Stenbolê belav kirin û hatin binçavkirin bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê kirin.  Di navde endam û rêveberên Partiya Sosyalîst a Bindestan, (ESP), Meclîsa Jinan a Sosyalist (SKM), Federasyona Komeleyên Ciwanen Sosyalist (SGDF) û nûçegîhanê ETHA Omer Akin jî heye 24 kesên bi sedema belavokên 1'ê Gulanê li Stenbolê belav kirin û hatin binçavkirin sewqî dozgeriyê kirin. Pişti karê wan ê lêpirsînê bi dawî bû Sewqî Edliyeya Stenbol a Çaglayanê kirin. 24 kesan piştî li dozgeriyê îfade dan, dozger 23 kes bi dawaza girtinê sewqî Dadgeha Nobedar a Sulh Ceza kir û nûnerê bajar ê EMEP'ê Muhammed Turgut jî serbest berda.