Karkerên li pêş Şaredariya Beşiktaşê karê xwe dixwazin 2018-04-17 13:48:19 STENBOL - 33 karkerên taşeron ên bi hinceta “Lêpirsîna ewlehiyê" ji karê Şaredariya Beşîktaşê hatin dûrxistin 13 rojin ji bo li karê xwe vegerin çalakiya rûniştinê berdewam dikin. Karkeran gotin “Em karê xwe dixwazin." 33 karkerên taşeron ên bi hinceta "Lêpirsîna ewlehiyê" ji Şaredariya Beşîktaşê ya CHP'î hatin dûrxistin, 13 rojin çalakiya rûniştinê berdewam dikin. 33 karker 13 rojin ji bo ku dîsa li karê xwe vegerin li ber avahiya şaredariya Beşîktaşê çalakiya rûniştinê berdewam dikin. Karkeran di çalakiyê de pankarta “Şaredariya Beşiktaşê li karkerên xwe xwedî derkevin" vekir û daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de dirûşmeyên “Em karker in, mafdar in em dê bi ser bikevin", "Em dê bi berxwedanê bi ser bikevin" berz kirin. Rêveberên HDP'ê yên Bajar û navçeyê û endamê MYK'ê yê HDP'ê Ridvan Turan jî tev li çalakiyê bû û piştgirî da karkeran.    Li ser navê karkeran Erkan Pelît daxuyanî xwend û diyar kir ku dûrxistina kar ne li gorî heq û hiqûqê ye. Pelit, helwesta CHP'ê rexne kir û xwest nebe pelîstoka KHK yên AKP'ê. Pelît, nakokiyên CHP'ê rexne kir û da zanin ku li aliyekî OHAL û KHK yan rexne dike û li aliyê din karkerên xwe ji kar dûr dixe. Pelit, herî dawî anî ziman ku wekî karkeran dê ji bo ked û mafê xwe têkoşîna xwe berdewam bikin.