Prof. Jongerden: Tirkiye winda kir 2018-04-17 11:49:26 ENQERE - Prof. Joost Jongerden, êrîşa DYA ya li ser Sûriye û bandora wê ya li ser Tirkiye nirxand û wiha got: "Tirkiye winda kir. Ji ber ku Tirkiye, dixwaset rejîma Sûriye bê guhertin. Lê niha hedefa Tirkiye êdî xeyal e. Tirkiye jî wekî welatên DYA, Îngîlîstan û Fransa, winda kir."  DYA, Îngîltere û Firansa bi îdîaya rejîma Sûriye çekên kimyewi bikar anîye êrîşî Sûriye kirin. Piştî van êrîşan niqaşên nû pêş ketin. Têkildarî van geşedanan Ji zanîngeha Wageninen Profesör Joost Jongerden yê Holandayî diyar kir ku Tirkiye piştî van êrîşan winda kir û wiha got: "Di milê polîtîk de tiştek nayê guhertin. Ji ber ku tu xeta rojavayê ya ji bo Sûriye tune ye. Armanca DYA ne guhertina rejîma Sûriye ye. Êrîşa DYA, Fransa û Îngîlîstan di milê stratejiyê de tiştekî nade guhertin. Ev êrîş bi tevahî sembolik e. Piştî DYA, Îngîltere û Firansa li dijî Sûriye êrîş pêk anîn, êrîşek nû pêk nayê. Trump piştî êrişan daxuyanî da û got "Me bi serkeftî li hemû hedefan xistiye. Ev nîşan dide ku ji niha û şûnde êrîş pêk nayên. Amerika, armanc nake ku rejîma Sûriye biguherîne. Ger ku bixwaze jî nikare bi ser bikeve. Ji ber ku Rûsya piştgiriyê dide Esad. Êrîş bi tevahî bi awayekî sembolîk pêk hatiye. Ji xetê sor yên DYA zêdetir neçareserkirina welatên rojava sembolize dike. Polîtîkayek zelal a yi ser Sûriye tune. Înisiyatif di destê Rûsya de ye. Ev êrîşa hewayî tiştekî nade guheritn. Avahiyên vala bombe kir.    'HEDEFA TIRKIYE XEYAL E'   Jongerden, da zanîn ku bi vê êrîşê xuya bû ku nikarin li dijî Esad tiştekî bikin û wiha got: "Bi vê êrîşê xuya bû DYA Îngiltere û Fransa wina dikirin. Ne tenê van welatan, her wiha Tirkiye jî winda kir. Xuya bu kû polîtîkayên Tirkiye ne xelasî ne. Tirkiye armanc dikir ku rejîma Tirkiye biguherîne. Lê êdî ev yek ne pêkan e. Êdî ev daxwaz û armanca Tirkiye xeyal in   KES BI TIRKIYE BAWER NABE   Jongerden, bal kişand ser siyaseta Tirkiye ya dualî û tekiliyên wê yên bi Rûsya û DYA'yê re û wiha got: "Tirkiye du alî dilîze. Niha bi vê rewşa baweriya kesî pê nayê. Ne Rusya, ne DYA û ne jî YE bi Tirkiye bawer dibe."    MA / Selman Guzelyuz