Polîsan dayika 5 meh ducanî derb kirin 2018-04-17 11:24:27 ÊLIH – Polîsan bi ser mala Îlyas Çetinkaya yê şivaniyê dike de girt û hevsera wî Aslihan a 5 meh ducanî tevî zaroka zikê wê derb kirin. Çavkaniyên herêmî diyar kirin ku li Dihê piştî 6 cerdevan hatin kuştin, hemû şivanên li herêmê hatin binçavkirin.  Polîsan di 13'ê Nîsanê de li Gundê Qorikê yê Êlihê bi ser mala Îlyas Çetinkaya yê li Sêrtê şivaniyê dike de girt. Polîsên tevgera taybet û timên taybet serê sibê bi ser malê de girtin. Dema dayika Çetinkaya Besna Çetinkaya (65) derî vekir, bêyî li benda vekirina derî rawestin bi zorê derî şikandin. Polîsan dayik Çetinkaya li erdê dirêj kirin û ew darp kirin. Hevsera Îlyas Aslihan Çetinkaya (23) her çend diyar kir ku hevsere wê ne li mal e jî Aslihan û xwestiya wê li malê darp kirin. Tevî ku Aslihan 5 meh ducanî bûn jî ew û zaroka di zikê wê de bi hevre darp kirin. Dayika Îlyas Çetînkaya Nesna Çetînkaya serpêhatiyên xwe wiha qal kir: "Kurê min li Gundê Dihê ya Sêrtê şivaniyê dike. Serê sibê polîsan bi ser mala me de girt. Deriyê mala me şikandin û ketin hundir. Destûr nedan ku ez derî vekim û şikandin. Çawa ketin hundir bi çekên lûledirêj li me dan. Dema polîsan kurê min pirsîn min got şivan e. Çek pirsîn. Em darp kirin û her der belav kirin. Ez ji hemûyan bi gilî me. "    Hevsera Îlyas Aslihan Çetinkaya  jî diyar kir ku 5 meh ducanî ye û wiha got: "Dema ez li herdê bûm pêhn li zikê min xistin. Laşê min reş û şîn kirin. Ez 5 meh ducanî me. Li malê 2 zarokên din hebûn ew jî pir tirsiyan."    Di 30'ê Adarê de li navçeya Dihê ya Sêrtê endamên HPG'ê li dijî barageha leşkerî êrîş pêk anîbûn. Di êrîşê de 6 cerdevan hatibûn kuştin. Piştî bûyerê Îlyas Çetînkaya hat binçavkirin û piştre serbest hat berdan.    MA / Metin Yoksu