Şaredariya DBP’î bike sûc e, qeyûm bike xizmet e! 2018-04-17 09:27:24 WAN – Di dema şaredariya DBP’î de meclîsa şaredariyê biryar girtibû ku li şûna avahiyên cemaweriyê yên di erdhejê de rûxiyan park bê çêkirin. Der barê endamên meclise yên ev biryar dan lêpirsîn hat destpêkirin, lê belê Şaredariya Rêya Armûşê ya qeyûm tayînî wê hat kirin li heman cihî dest bi çêkirina parkê kir.  Ji ber erdheja ku di 23’yê Cotmeha 2011’an de li Wanê pêk hat,  Nexweşxaneya Lêkolînê ya Yuzuncu Yilê ya Wanê ya berê û gelek avahiyên cemaweriyê rûxiyan. Li ser vê Şaredariya DBP’î biryar da ku li şûna van avahiyan park bê çêkirin. Der barê endamên meclîsa şaredariya DBP’î yên ev biryar dan lêpirsîn hat destpêkirin. Lê belê Şaredariya Rêya Armûşê ya qeyûm tayînî wê hat kirin hema bêje heman biryar da û piştî biryarê li van qadên navborî dest bi çêkirina parkê hat kirin. Her wiha li van qadan gelek dar hatin jêkirin û li piraniya qadê jî avahiya Midûriyeta Herêmê ya Tapû Kadastroyê tê çêkirin.    Endamê Meclîsa Şaredariya Mezin a Wanê Parêzer Abdulbasit Bîldîrîcî, diyar kir ku bi destûra Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylû der barê wan de lêpirsîn hatiye destpêkirin, lê belê hîn lêpirsîn bi dawî nebûye. Bîlîdîrîcî, destnîşan kir ku lê belê îro Şaredariya Rêya Armûşê ya qeyûm tayînî wê hatiye kirin heman tiştî dike û got: “Madem tişta ku me kir sûc e, lê belê divê niha der barê qeyûm de jî lêpirsîn bê destpêkirin. Ji ber ku niha tiştekî wisa ne pêkan e, nexwe divê em li ser vê hûr bibin. Tişta ku derdikeve holê ev e; destpêkirina lêpirsînê ya der barê şaredariya DBP’î ku ji bo fêdeya raya giştî karek kir de, nîşan dide ku di asasê xwe de armanc ne lêpirsîne, armanc amadekirina hinceta tayînkirina qeyûm e.”   Serokê Meclîsa Şaredariya Mezin a Wanê Cahît Bozbey, diyar kir ku gelek projeyên wan wekî nû hatibin amadekirin berpêşî gel tên kirin. Bozbey, diyar kir ku erdê ku niha qeyûm parkê lê çêdike, erdekî mezin ê Nexweşxaneya Lêkolînê ye û got: “Me hewl da emvê dere veguherînin parkê. Me xwest bêyî ku em zirarê bidin darên li vir parkê çêbikin. Niha ji wî erdî hinek jê dan Midûriyeta Herêmê ya Tapû Kadastroyê û gelek dar jê kirin. Her wiha tê îdiakirin ku dê li devereke heman erdî jî Polîklînîka Semtê ya Nexweşxaneya Lêkolînê bê çêkirin. Wê li erde mayî jî park bê çêkirin, lê belê tiştekî ecêb e dê parkek çawa jê derkeve. Temamiya wî erde mayî ku pir hindik maye, bibe park wê çi bibe? Yanî em hilbijêrên vî bajarî ku me gelek dever kirin malê bajêr, niha em bi feraseteke ku van deveran texrîb dike re rû bi rû ne.”    MA / Mahmut Ruvanas