Li Bedlîsê 8 kes hatin binçavkirin 2023-06-06 19:50:19   BEDLÎS – Îro danê sibehê li Bedlîs û navçeyên wê di avêtina ser malan de 8 kes hatin binçavkirin.    Îro danê sibehê li navenda BEdlîsê û navçeyên wê Tetwan, Norşîn û Xîzanê di avêtina ser malan de 8 kes hatin binçavkirin. Kesên hatin binçavkirin birin fermandariya cendirmeyan a bajêr û ji ber ku biryara veşarî li ser dosyeyê heye, hinceta binçavkirinê nehat hînkirin.   Ji kesên hatin binçavkirin hin jê ev in: "Belgîn Kokrmaz, Ahmet Akdenîz û Vezîr Karahan."