Li Êlihê qeza: 6 kesan jiyana xwe ji dest dan 2018-04-16 14:38:15 ÊLIH - Li Qûbînê kamyon û otomobîlek li hev qelibîn û 6 kesan jiyana xwe ji dest dan.   Li ser rêya Çiyayê Qîrê yê navçeya Qûbîna Êlihê, di saetên şevê de kamyona ajokarê wî Turhan Gornu  û otomobîla ajokarê wê Agir Tarhan ê 26 salî li hev qelibîn.    Di qezayê de ajokarê otomobîlê û Mustafa Gornu, Turan Gornu, Hîcran Gornu, Îclal Gornu û Hêlîn Taniş jiyana xwe ji dest dan. Ekîbên AFAD û agirkujê cezane ji wesayîtan derxistin û rakirin nexweşxanê. Heya demekê rê li trafîkê hat girtin. Piştî lêpirsîna bûyerê, rê li trafîkê hat vekirin.