Jongerden: Heta ku pirsgirêka kurd çareser nebe Tirkiye demokratîk nabe 2023-06-05 10:09:06   ENQERE  - Akademîsyen Joost Jongerden diyar kir ku li Tirkiyeyê pêvajoyeke hilbijartinê ya adilane çênebû û cihgirtina HDP’ê ya di parlamentoyê de weke “serkeftin” nirxand. Jongerden, got ku heta ku pirsgirêka kurd neyê çareserkirin Tirkiye demokratîk nabe.    Nîqaşên têkildarî hilbijartina serokkomarî û yên giştî didomin. Çavdêrên navneteweyî yên hatin Kurdistan û Tirkiyeyê jî diyar kirin ku “Hilbijartin di nava mercên adilane de pêk nehat.” Akademîsyen û nivîskar Joost Jongerden ku li Zanîngeha Wagenîn a Hollandayê dixebite jî hilbijartin ji bo ajansa me nirxand.  Jongerden diyar kir ku tevî hemû hewldanên AKP’ê yên ji bo tunekirina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) jî HDP’ê karî di parlamentoyê de cih bigire û ev yek weke serkeftin pênase kir.    'HILBIJARTIN DI REWŞEKE ADILANE DE NEHATIN KIRIN’    Jongerden, têkildarî hilbijartina Erdogan wiha got: “Li gorî min Erdogan di hilbijartinan de bi ser neket lê têk çû. Sedemên cur bi cur ên sêyemîn car hilbijartina Erdogan hene. Yek ji van jî rewşa ne adilane ya hilbijartinê bû. Akademîsyenan di sala 2015'an de diyar kirin ku saziyên Tirkiyeyê helwestên siyasî nîşan dane, di mijara ragihandinê de nekwehvî heye û di hilbijartinê de li ser muxalefetê zext hebû. Anku ev cara ewil nîne ku hilbijartin di rewşeke neadilane de tên kirin. Lê ji sala 2015’an heta niha rewş xerabtir bû”   ‘HDP TEVÎ HEMÛ ZEXTAN JÎ KETE PARLAMENTOYÊ’    Bi domdarî Jongerden bal kişand ser zextên ser HDP’ê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ne tenê di çendek mehên ber bi hilbijartinê ve de, ji sala 2015’an heta niha zext û tundiyeke giran li ser HDP’ê heye. HDP bi awayekî sîstetamîk hedef hate girtin. Hevserokên wê hatin binçavkirin û siyaset lê hat qedexekirin. Bi hezaran endamên wê hatin girtin. AKP ev 7-8 sal in hewl dide partiyê tune bike. Lê tevî vê yekê jî HDP’ê karî di parlamentoyê de cih bigire. Ev yek bi tena serê xwe serkeftineke mezin e.”    'PASÎFTIYA MUXALEFETÊ BI ERDOGAN DA QEZENCKIRIN’    Di berdewamê de Jongerden got ku Erdogan ji ber pasîftiya muxalefetê bi ser ket û wiha pê de çû: “CHP’ê wisa bawer dikir ku krîza aborî û erdhej dê bikin ku hilbijêrên AKP’î dev ji partiya xwe berdin. Digotin dê hilbijêr pişta xwe bidin AKP’ê û ji vê bawer dikirin. Lê bernameyeke wan tune bû, kampanyayên wan ên nehevgirtî û bêîstîqrar, di nava hilbijêran de baweriye ava nekir. Ji bo pêşerojê nêrîneke wan tune bû lewma di hilbijartinê de têk çûn. AKP li rexekî bêbaweriyê pêş dixe û li rexa din jî ‘temînatê’ pêşkeş dike. Li rexekî berpirsyarê krîza aborî ye û li rexa din jî alîkariyê dide hilbijêrên xwe. Li ser fikarên mirovan disekine, bi neteweperestiyeke sexte û îdealkirina rabûrdiyê re ji wan re stargehekê ava dike.”    FIRSENDÊN DI ÇARESERKIRINA PIRSGIRÊKA KURD DE JI DEST ÇÛYÎN    Jongerden, têkildarî neçareserkirina pirsgirêka kurd jî ev nirxandin kir: “PKK û Tirkiyey ji destpêka salên 90’î heta niha raste raste hevdîtinan dike. Piştî revandina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, hevdîtin zêdetir bûn. Serokwezîrê demê Recep Tayyîp Erdogan di sala 2012’an de ragihand ku bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ê li Girtîgeha Îmraliyê de hevdîtin tên kirin. Ev pêvajo weke ‘pêvajoya çareseriyê’ an jî ‘muzakereyên aştiyê’ hatin pênasekirin. Lê ev hevdîtin û civîn di sala 2015’an de têk çûn. Dema em li vê pêvajoyê dinihêrin, dibînin ku gelek firsendên çareseriyê ji dest çûne.”    ‘5 SEDEMÊN BIDAWÎBÛNA VAN HEVDÎTINAN’   Jongerden, diyar kir ku 5 sedemên têkçûna “pêvajoya çareseriyê” hene û wiha rêz kir: “Ya ewil; AKP’ê xwe neda gel çareseriya siyasî ya bi rêya muzakereyan. Muzakere weke stratejiyeke hilbijartinan bi kar anî. Ya duyan; PKK bihêztir dibû û bêhtir dihat qebûlkirin. Lê belê aktorên sêyemîn (PDK û komên cîhadîst) li Rojhilata Navîn weke şirîkên Tirkiyeyê derketin holê û rastiyeke guherîna jeopolîtîk hebû. Sedema sêyemîn îdeolojîk bû. pirsgirêka kurd weke pirsgirêkeke siyasî û ewlehiyê dihat nirxandin. Sedema çaremîn; ajandaya siyasî ya Erdogan e ku ji bo xwe û rêveberiya xwe dixwest. Ya pêncan; ji bo pozîsyoneke hatiye xurtkirin a îstîxbarî, muzakere bi zanebûn û weke firsendekê hatin bikaranîn. Sedema bingehîn a krîzên aborî, civakî û demokrasiyê neçareserkirina pirsgirêka kurd e. Israra neçareserkirina pirsgirêka kurd bi rêyên siyasî, dê tundiya bidomîne. Heta ku pirsgirêka kurd ji hêla siyasî ve neyê çareserkirin, mimkin nîne ku Tirkiye demokratîk bibe.”    MA / Stêrk Sutçu