Rojnameya Xwebûnê bi manşet ‘Tecrîd li dijî hebûna kurdan e’ derket 2023-06-05 09:19:22 NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnameya Xwebûnê vê hefteyê bi manşeta “Tecrîd li dijî hebûna kurdan e” derket.  Rojnameya Xwebûnê di hejmara xwe ya 181’emîn de bi manşeta “Tecrîd li dijî hebûna kurdan e” cih da tecrîda li Îmraliyê. Rojname, derbarê mijarê de bi dayik û xwişka Veysî Aktaş ku li Îmraliyê li gel Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan girtiye re hevdîtin kiriye û tecrîdê bi wan re nirxandiye.    Her wiha rojname bi parlamentera HDP’ê ya berê Feleknas Ûca re jî li ser encamên hilbijartinê yên ji aliyê jinan ve jî rawestiya. Dîsa rojname li ser rewşa girtiyên nexweş, komkujiya 5’ê Hezîranê û girtina deriyê Sêmalka jî rawestiyaye.