Tirkiyeyê li Şarbajêrê bi SÎHA’yan êriş kir 2023-06-05 08:54:51     NAVENDA NÛÇEYAN - Tirkiyeyê li Geliyê Qelereş ê herêma Şarbajêr a Silêmaniyeyê bi SÎHA’yan êrişî du kesên li motosîklêtê siwar kir.    Tirkiyeyê li Geliyê Qelereş ê herêma Şarbajêr a Silêmaniye ya Herêma Federe ya Kurdistanê bi Balafirên Biçek ên Bêmirov (SÎHA) êrişî motosîklêteke du kes lê siwar kir.    Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA); çavkaniyên ji herêmê diyar kirin ku di encama êrişê de kesekî jiyana xwe ji dest daye û kesek jî birîndar bûye.