Li Cizîrê cerdevanek di wesayîta xwe de mirî hate dîtin 2023-06-05 08:52:19   ŞIRNEX - Li Taxa Sûr a Cizîrê cerdevanek di wesayîta xwe de mirî hate dîtin.   Duh di saetên êvarê de li Taxa Sûr a Cizîra Şirnexê di wesayîtekê de zilamekî bi kêran hatiye kuştin hate dîtin. Li ser agahdarkirinê, li cihê bûyerê komên tenduristiyê û polîsa hatin sewqkirin. Hat zanîn ku cenaze yê cerdevanê bi navê Mûstafa Erden e. Erden rastî êrişa bi kêran hatiye û cenazeyê wî rakirin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê.    Hat ragihandin ku polîsan têkildarî bûyerê lêpirsîn daye destpêkirin.