Bûldan û Sancar daxuyandin ku dê di kongreyê de nebin namzet 2023-06-04 22:25:01   NAVENDA NÛÇEYAN – Hevserokên Giştî yên HDP'ê Pervîn Bûldan û Mîthat Snacar, daxuyandin ku dê di kongreyê de nebin namzetên hevserokatiyê yên HDP'ê.    Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar, di Medya Haber TV'yê de têkildarî encamên hilbijartinê de axivîn.    Bûldanê got: "Em negihîştin armanca xwe. Helbet ev cihê xwerexnekirinê ye. Me tespît kir ku me pêvajoya kampanyayê baş bi rê ve nebir. Me xwe negihand derdorên ji xeynî yên xwe û me xwe bihêz nekir. Mesela, nebûna temsîliyeta ermenî, êzdî û astengdaran kêmasiyeke mezin e."    Bûldanê bibîr xist ku piştî hilbijartinê bi rojekê daxuyandine ku dê kongreyê li dar bixin û got: "Ji ber ku em negihîştina rmanca xwe, me civîn bi lijneyên xwe re kir û me biryar da ku em ê kongreyê li dar bixin. Di hemû astên vê têkoşînê de çi bikeve ser milên min, ez amade me. Lê ez ê rexneyan esas bigirim û di vê kongreyê de nebim namzeta hevserokatiyê. Bi dewrkirina vê peywirê ez ê şanaz bim. Her wiha ez ê di pêvajoya kongreyê de, di tu mekanîzmayên biryarê de jî cih negirim. Di vî warî de berprisiyariyeke min a hesabdayînê jî heye. Ez dest jê bernadim û naçim. Em ê pêşî hesab bidin. Em ê hesab bidin derdora xwe û jinan. Bi ya min meseleya herî girîng jî ev e."    Sancar jî destnîşan kir ku bi Partiya Çepên Kesk re rayên ku xwestie wergirin wernegirtine û got: "Lewma em dikarin bibêjin em bi ser neketin, lê ev ne têkçûyîn e. Jib o tasfiyekirina siyaseta demokratîk çi ji destê wan hat kirin. Lewma daxilbûna me ya hilbijartinê bi xwe jî, tiştekî pir girîng e. Me ev yek şikand û em daxilî hilbijartinê bûn."