Li Licê liv û tevgera helîkopteran 2023-06-04 21:46:23   AMED - Gelek helîkoper ber bi herêmên Hedik û Xemzeyê yên Licê ve bi rê ketin.    Ji danê êvarî ve li asîmanên Licêya Amedê helîkopter diçin û tên. Gelek helîkopterên ku ji navenda navçeyê rabûn, ber bi Hedik û Xemzeya Licê ve çûn.    Duh li heman herêmê gerîlayên HPG'ê û leşkerên tirk şer kiribûn.