Serdema Soylû bi dawî bû 2023-06-04 13:54:03   NAVENDA NÛÇEYAN - Suleyman Soylû ku gotibû "Wê kes navê PKK'ê neyne ser ziman" Wezareta Karên Hundir dewrî Alî Yerlîkaya kir.    Suleyman Soylû ku di sala 2016'an de dest bi wezîriya Karên Hundir kir û li dijî kurdan dijminatiyeke mezand meşand, di kanîneya nû ku duh ji aliyê serokkomarê AKP'î Tayyîp Erdogan ve hat aşkerakirin de cih negirt. Soylû ku gelek car got "Wê kes navê PKK'ê neyne ser ziman" û di şer de israr kir, bêyî ku PKK'ê biqedîne ji wezîrtiyê bû.    Soylû peywira xwe dewrî Waliyê Stenbolê Alî Yerlîkaya kir.