Polîsan çalakiya li dijî OHAL’ê ya CHP’ê asteng kir 2018-04-16 13:26:44 STENBOL – CHP li dijî biryara dirêjkirina OHAL’ê xwest li Qada Taksîmê çalakiya rûniştinê li dar bixe, lê polîsan destûr neda. Polîsan girseyê xist dorpêçê. Girseyê jî li Kolana Îstîklalê dest bi çalakiya rûniştinê kir.  Rêveber û endamên CHP’ê bi boneya li dijî biryara dirêjkirina cara 7’an a Rewşa Awarte (OHAL) derbikevin li Qada Taksîmê li hev kom bûn. Polîsan, Parka Geziyê bi temamî girt û destûr neda girse li Qadê kom bibe. Li ser vê yekê girse ji bo li Qada Galatasarayê dest bi çalakiya bike, di Kolana Îstîklalê de dest bi meşê kir.    Lê encax polîsan li ber Navenda Çanda Fransiz pêşiya girseyê birî. Polîsan bariyer danî û nehişt girse bimeşe. Di heman demê de polîsan têketina Kolana Îstîklalê jî girt.    Li cihê polîsan girse asteng kir, girseyê jî dest bi çalakiya rûniştinê kir. Di çalakiyê de girse bênavber dirûşmên “Bêdeng nebe, ji OHAL’ê re na”, “Dê AKP hesab bide gel”, “Li dijî faşîzmê mil bidin milê hev”, “Her der Taksîm her der berxwedan” û “Heq, hiqûq û edalet” berz dikin.    Çalakî didome.