ESP: Binçavkirin nikarin vîna me bişkênin 2018-04-16 13:16:01 AMED – Rêxistina ESP’ê ya Amedê xwest ku 22 kesên ji bo 1’ê Gulanê li Stenbolê belavok belav dikirin û hatin binçavkirin demil dest bên berdan û got ku binçavkirin nikarin vîna wan bişkêne û hemû gelan vexwendin 1’ê Gulanê.  Rêxistina Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) a Amedê bi boneya binçavkirina 22’ê kesên li Kadikoya Stenbolê belavokên 1’ê Gulanê belav dikirin û hatin binçavkirin şermezar bike li avahiya xwe civîna çapemeniyê li dar xist. Di civînê de endama Meclîsa ESP’ê Beren Atici daxuyanî da û destpêkê hemû gelan vexwend pîrozbahiya 1’ê Gulanê.    ‘ÇARENÛSA ÇÎNA KARKERAN Û GELÊ KURD BI HEV E GIRÊDAYÎ YE’   Atici bibîr xist ku di nav kesên binçavkirî de nûçegihanê ETHA’yê jî heye û di binçavan de îşkence li endamên wan hatiye kirin. Atici diyar kir ku endamên wan bi hinceta di belavokê gotina “Çîna karkerên Tirkiyê û gelê kurd mil dane milê hev” hebûye hatine binçavkirin û got: “Dewlet ji têkoşîna yekgirtî ya karker û gelê me ditirse. Bi qirîza aborî çîna karker û kedkaran feqîr dikin. Karker bi xwêdana eniya xwe bi zorê kedê qezenc dikin, lê vê qezencê vedugehezînin butçeya şer. Di rewşa awarte ya li Kurdistan û Tirkiyeyê de çarenûsa gelê me bi hev e girêdaye.”    ‘BINÇAVKIRIN NIKARIN VÎNA ME BIŞKÊNIN’    Atici destnîşan kir ku bi binçavkirinan dixwazin 1’ê Gulanê asteng bikin û got: “1’ê Gulanê qêrîna azadiya jinan e. Dê bi binçavkirin û girtin nikaribin vîna me ya 1’ê Gulanê bişkênin. Bila demil dest yên binçavan de berdin. Wê li kolanan têkoşîna azadî û kedê nikaribe asteng bike. Em bang li gelê xwe dikin ku di 1’ê Gulanê de derbikevin kolanan.”