Malpera Jineolojî bi zimanê farisî dest bi weşanê kir 2018-04-16 11:12:51 SILÊMANÎ - Malpera Jineolojî ji bo jinên Rojhilatê Kurdistanê dest bi weşana farisî kir.  Nêzîkî mehekê ye ji bo vekirina malpera jineolojî ya bi zimanê farisî, ji aliyê komek jin ve li ser xebat dihat meşandin. Malperê bi dirûşmeya ‘Ew zanista ku li derdora jinê pêş dikeve û dibe pêngava yekem ber bi sosyolojiyek rasteqîn ve diçe’ dest bi weşanê kir.    Ev malper ji bo jinên Rojhilatê Kurdistanê bi zimanê farisî dest bi weşanê kir. Armanca malperê ya bi zimanê farisî ew e ku hemû neteweyên li Îranê jê sûd werbigirin û dê bi awayek heftane mijarên jineolojî di malperê de bên weşandin.