Ji bo tesbîta îşkenceya 7 kesan serî li dozgeriyê dan 2017-10-10 16:24:44   MUGLA – Parêzeran piştî li Muglayê 7 kes rastî îşkenceya tazî hatin û wêneyên wan ên tazî û destkelepçekirî li ser medyaya civakî hatin belavkirin, ji bo îşkenceya hatiye kirin bê belgekirin serî li Serdozgeriya Komarê ya Muglayê dan.    Di 4'ê Cotmehê de li herêmên Ortaca û Seydîkemerê yên Muglayê bi îdiaya "PKK'î ne" 7 kes bi lêdanê hatibûn binçavkirin. Piştî hatin binçavkirin hatin dazikirin û destê wan li pişt wan hat girêdan. Wêneyên wan ên destê wan li pişt wan hatiye kelepçekirin û tazî l ser medyaya civakî hat belavkirin. Parêzerê 7 kesan Gulfer Karadeniz, bi boneya îşkenceya li 7 kesan hatiye kirin belge bike serî li Serdozgeriya Komarê ya Muglayê da. Karadeniz, di daxwaznameya da dozgeriyê de xwest kesên di bin çavan de rastî îşkenceyê hatin Ekrem Altay, Veysi Şengîl, Îsmaîl Bozdag, Velat Asan, bira Mehmet Can Yiginer û Mustafa Yîgîner pismam Adnan Yiginer li gorî protokola Îstanbolê ya Îşkenceyê gav bên avêtin û muayineya edlî bê kirin. Karadenîz, anî ziman ku ew bi şikin hêj di bin çavan de rastî îşkenceyê tên û ji bo pêşîgirtina  îşkenceyê divê heyeta bijîşkan a ku Odeya Tabîban a Tirk (TTB) diyar bike biçe wan muayine bike.    DESTÛR NEDA MALBAT ZAROKÊN XWE BIBÎNE   Hat zanîn ku kesên hatine binçavkirin di 2 maşîneyên cuda de hatine binçavkirin û malbatên çûne Midûriyeta Polîsan a Muglayê û xwestine der barê zarokênk xwe de agahi bistînin nekarîne agahiyê bigirin. Malbatan bertek nîşani wêneyên hatine belavkirin dan.    Bavê Adnan û Mehmet Can Yiginer Mehmet Yiğiner, diyar kir ku Mustafa û Îsmail biraziyên wî ne û wiha got: "Kurê min Adnan bavê 3 zarokan e. Kurê min di hala fêkî de kar dike. Ez dixwazim zarokên xwe bibînim". Yiginer bertek nîşanî wêneyên hatin belavkirin jî da.    Birayê Mustafa Yiginer Salih Yiginer jî anî ziman ku birayê wî rençber e û bavê 9 zarokan e û bertek nîşanî wêneyên hatin belavkirin da.