Êrişî HDP'a Înegolê kirin 2023-05-29 20:56:53       BÛRSA- Duh bi şev hin kesên nijadperest bi keviran êrişî Rêxistina HDP'ê ya Îneogolê kirin.    Duh bi şev saet di 02.00'yan de AKP'iyên nijadperest bi keviran êrişî avahiya Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Înegol a Bûrsayê kirin. Di dîmenan de tê dîtin ku êrişkar bi keviran êrişî camên avahiyê dikin. Kesên kevir diavêjin avahiya partiyê, posterên Erdogan bi wan re ye.    HDP'a Îngolê têkildarî bûyerê daxuyanî da. Hevserok û rêveberên navçeyê tevlî daxuyaniyê bûn.    Hevseroka HDP'a Înegolê Îpek Akmanê anî ziman ku ew ê li dijî zordestî û çewisandinan li ber xwe bidin û got ku bi ser ketine lê dîsa jî ditirsin. Akman wiha axivî: "Em bi vê êrişê şaş namena. Ma qey em tirsiyane? Na. Em bi vîna gel hatine. Heya em we neavêjin ser sergoyêd îrokê em ê bitêkoşin."