OHD, têkildarî îşkenceya li Geverê pêvajoya hiqûqî da destpêkirin 2023-05-29 17:57:05       COLEMÊRG - OHD a Şaxa Colemêrgê ku têkildarî Mûstafa Bor ê li Geverê polîsan îşkence lê kiribû dauxyanî da, diyar kir ku îşkence bi ewraqên fermî hatiye piştraskirin. OHD'ê got ku dê pêvajoya hiqûqî bişopînin.    Îro danê sibehê li navçeya Gever a Colemêrgê polîsan di avêtina ser malan de ciwanên bi navê Demhat Kûrt, Rahmî Terzîoglû, Îsa Terzîoglû, Aras Yaşar, Diyar Şedal, Ûgûr Şedal û Mûstafa Bor binçav kiribûn. Di dema avêtina ser malan de polîsan cam û deriyên malan şikandin û tahde li ciwanan kirin. Polîsan bi qundaxên çekan û pehîn û kulman li Mustafa Bor xistin û ew birîndar kirin. Polîsan ciwanên binçavkirî pêşî birin Nexweşxaneya Dewletê ya Geverê û ji wir jî ew birin midûriyeta polîsan. Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) a Şaxa Colemêrgê têkildarî bûyerê li ser hesabê xwe yê medyaya sanal daxuyaniyeke bi nivîskî belav kir.    Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku OHD'ê hevdîtin bi Mûstafa Bor û malbata wî re kiriye. OHD'ê di daxuyaniya xwe de diyar kiriye ku di hevdîtinê de malbatê û Mûstafa Bor diyar kirine ku di dema avêtina ser malê de polîsan Mûstafa Bor xistine odeyekê û derî li ser girtine û li vir bi qasî saet û nîvekê du saetan ew îşkence kirine. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Ev yek bi Rapira Muayeneya Edlî ya Giştî hatiye tomarkirin. Ev îdiayên îşkenceyê yên navbirî, bi ewraqên fermî hatiye piştrastkirin."    OHD'ê di daxuyaniya xwe de bal kişand ser peymanên navneteweyî yên ku îmzeya Tirkiyeyê li bin wan e û got ku bi van peyman û belgeyan di hiqûqa navxweyî de pênaseya îşkenceyê hatiye kirin û bi awayekî mutleq hatiye qedexekirin.    OHD'ê di dawiya daxuyaniyê de destnîşan kir ku ew ê pêvajoay hiqûqî bişopînin.