Partiyên siyasî serdana reveberê DBP’ê ku mala wî hatibû gulebarankirin kirin 2023-05-29 17:11:13 WAN - Cerdevanê bi navê Zabit Kasap duh bi şev mala rêveberê DBP’ê Hamdûllah Kûmlî gulebaran kir, rêveber û parlamenterên Partiya Çepên Kesk serdana mala Kûmlî kirin.    Li Taxa Kûrûbaş a girêdayî navçeya Artemêt a Wanê duh bi şev cerdevanê bi navê Zabit Kasap, bi deqîqeyan mala rêveberê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Hamdûllah Kûmlî bi çekan gulebaran kir. Hate hînbûn ku piştî tîmên cendermeyan ên hatin cihê bûyerê girtek girtin, Kasap qebûl kiriye ku gule berdane û piştî îfadeya wî hatiye wergirtin serbest hatiye berdan.    PARTIYÊN SIYASÎ SERDANA KÛMLÎ KIRIN   Piştî bûyerê nûnerên partiyên siyasî û parlamenterên Partiya Çepên Kesk ên Wanê Gulcan Kaçmaz Sayyîgît û Zulkuf Ûçar serdana Kûmlî kirin. Hevserokê DBP’ê yê Wanê Harûn Okay ê dema serdanê de axivî, anî ziman ku êrişê qebûl nakin û wê şopdarên bûyerê bibin.