Encamên teqez ên tûra duyemîn dê di 1’ê Hezîranê de bên aşkerekirin 2023-05-29 16:24:56 NAVENDA NÛÇEYAN - YSK dê encamên teqez ên tûra duyemîn ên hilbijartina serokkomariyê di 1’ê hezîranê de îlan bike.    Li gorî salnameya Lijneya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) serdema îtirazê ya li desteyên hilbijartinê yên navçeyan a li dijî girtek û biryarên lijneyan ên sindoqên hilbijartinê yên têkildarî tûra duyemîn a hilbijartina serokkomariyê wê îro saet di 17.00’an de biqede. Îtîraz wê herî dereng heta saet 23.59’an encam bigirin. Di 30’ê gulanê de pêvajoya îtîrazê ya li desteyên hilbijartinê yên navçeyan li dijî biryarên desteya hilbijartina bajêran û girtekan wê saet di 17.00’an de bi dawî bibe û herî dereng heta saet 23.59’an encam bigirin.   Di 31 gulanê de jî li dijî biryarên desteya hilbijartinê ya bajêr û girtekên yekkirinê yên bajêr, wê îtîrazên li YSK’ê bên kirin bi dawî bibin. YSK dê di 1’ê hezîranê de têkildarî îtîrazên li dijî girtekên yekkirin û biryarên desteya hilbijartina bajêr hatine kirin dê biryarê bide û encamên teqez dê di heman rojê de ji Rojnameya Fermî re bişîne.