ROJEVA 16'Ê NÎSANA 2018'AN 2018-04-16 09:00:18 * Parlamenterê HDP’a Amedê Îmam Taşçier ê di şandeya HDP’ê de cih girt, baş kişand ser ziyareta xwe ya Herêma Kurdistana Fedara û got: “Ji bo konreya neteweyî em gavên pêşîn diavêjin. Em armanc dikin ku refleksên me yên neteweyî pêş bikin.” * Hevserokê Giştî yê KESK'ê Mehmet Bozgeyîk, diyar kir ku îsal ji ber îxracên karmendan, xebatên bê ewle, polîtîkayên şer, kedxwariyê û tundiya li ser karkeran 1'ê Gulana 2018'an gelek girîng e û wiha got: "Em dê îsal 1'ê Gulanê bi ruhê Newrozê pîroz bikin."    * Li Îzmîrê, dikandarên Çarşiya Kemeralti ya Dîrokê ligel qerebalixa zêde jî ji bêkariyê bi gazincin û gotin: “Qerebalixa heyî mirovan dixapîne. Ji bo sererast kirin piyasê divê hikûmet polîtîkayên xwe  biguhere.”   * Aborînas û siyasetmedar Nesrîn Nas, der barê rewşa aboriya Tirkiye de diyar kir ku di 3 kalên dawî de zêdeyî 70 markayên navneteweyî Tirkiye terk kirine û wiha got: “Her ku dolar û euro buha dibe di sektorên reel de wekî erdhejê çê dibe. Em bi qeyrana pergalî re rû bi rû ne. Vê carê dê wekî sala 2001'an alîkarî ji derve neyê."    * Dozgerê Komarê yê Cizîrê pêwistî bi lêpirsina mirina Hevserokê Meclisa Gel a Cizîrê Mehmet Tunç ê bi gotina “Me çong dananî. Bi me serbilind bin" di hiş û aqilan de ma, nedît û biryara bêşopandinê da.    * Li navçeya Çeşme ya Îzmîrê Hurermend Mercan Gorkem ku sûretan (resîman) xêz dike li şûna tuala caw, li ser text suretan xêz dike. Gorkem, diyar kir ku hestê xwe bi firçeyê li ser text xêz dike.    * Derhênerê fîlma “Hewno Bêreng” Mehmet Alî Konar, diyar kir ku wî xwest ji çavên zarokan bûyerên herêmê yên di salên 1990’î de rû dan vebêje û got: “Min xwest derûniya zarokên Kurdistanê ragihînim.”   * Fatma Yaşar a 81 salî piştî 60 salan ji ber wêrankirinê necar ma ku ji Sûrê derbikeve. Yaşar ev 20 salin karton kom dike û li zaroka xwe ya astengdar mêze dike.   * Kerem Taylan ê piştî du salan ji Doza Manîsayê tehliye bû, diyar kir ku di qawîşên 14 kesî de 26 girtî lê dimînin û got: “Midûrê girtîgehê bi gotinên ‘odeyên me yên xweseran hene, hejmara wan hindikin, hûnê tê de rehet bikin’ qawîşên xweseran ferzî girtiyan dike.”   * Welatiyan bertek nîşanî zibale avêtina ser Kaniyên Munzurê dan û piştî derdor paqij kirin, banga hestiyarbûna paqijiyê li welatiyên derdor û ziyaretvanan kirin.       * Jinên sendîkayî yên têkoşîna kedê bi rêve dibin, diyar kirin ku dê di 1’ê Gulan de ji bo keda xwe, nasnameya xwe û bedena xwe li qadan bin.   * Endama NKP’a Mêrsînê û Seroka Odeya Bijîşkên Mêrsînê ya berê Dr. Ful Ugurhan, diyar kir ku nukleer  jiyana hemû zindiyan dixwe rîskê û wiha got: “Rojek berê destûra înşaata santrale dan. Bi nûkleerê re dê zarokên astengdar û seqez xwedê bidin.”   * Fatma Kaya ligel temenê xwe yê mezin dest bi şivantiyê bernade. Kaya, diyar kir ku ew û xweza bûne yek. Kaya got ku rê û resma ji dayîka xwe fêr bûye, hewl dide nîşanî zarokên xwe bike.    * 2'emîn danişîna doza 50 kesên piştî qedexeyên li navçeya Nisêbînê hatin binçavkirin û girtin dê li 4'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Mêrdînê bê dîtin.    * 5'emîn doza Hevserokê Giştî yê HDP'ê yê berê Selahattin Demirtaş Parlamenterê HDP'ê yê Enqereyê Sirri Sureyya Onder dê li Kampusa Silivrî bê dîtin. (10.30)   * CHP dê li dijî OHAL’ê li gelek bajaran çalakiya “Ne OHAL em demokrasiyê dixwazin" pêk bînin. (12.00)   *  Karkerên ku bi KHK'ê ji Şaredariya Zeytinburnu hatin avêtîn dê li pêş şaredariyê çalakiyê pêk bînin. (12.00)   * Rêxistina ESP'ê ya Amedê, dê ji bo 22 kesên belavokên 1'ê Gulanê belav kirin û hatin binçavkirin li avahiya partiya xwe daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (12.00)   * Yekîtiya Ekolojiyê, dê deklarasyona avakirina xwe li Odeya Mîmaran a Amedê bi raya gişti re parve bikin. (13.00)