Ji jinan banga 1’ê Gulanê: Em ê bi hevre bi serbikevin 2018-04-15 14:58:12 ENQERE - Jinên endamên KESK, TMMOB, TTB û DÎSK’ê, diyar kirin ku dê bi şîara “Keda me, bedena me û nasnameya me, ya me ye” dê di 1’ê Gulanê de li qadan bin.  Jinên endamên KESK, TTB, DÎSK û TMMOB’ê ji bo Cejna Karkeran 1’ê Gulanê li hev civiyan. Jinên ku li Cafeya Bahar kom bûn pankarta “Ji ji bo rojên xweş jin berê xwe bidin 1’ê Gulanê” daliqandin. Parlamentera HDP’a Êlihê û Alîkarara Hevseroka Giştî ya HDP’ê Ayşe Acar Başaran, endamên partiyên siyasî û sendîkayan beşdarî kombûyana jinan bûn.     ‘EM Ê DI 1’Ê GULANÊ DE LI QADAN BIN’   Sekretera Giştî ya Emeklî Senê Nevîn Kiziloz, daxuyaniya hevpar xwend û wiha got: “Jinên ku nîva jiyanê ava dikin, dê ji bo ked, wekhevî, edalet û aştiyê di 1’ê Gulanê de li qadan bin. Em ê li dijî tundî, tacîz, tecawîz û jenosîdê bi şîra ‘Keda me, bedena me û nasnameya me, ya me ye’ li qadan bin. Em bi hev re bi hêzin û emê bi hevre qezenc bikin.”   'TEQEZ EMÊ QEZENC BIKIN’   Piştî Kiziloz, Parlamentera HDP’ê ya Êlihê Ayşe Acar Başaran axivî û wiha got: “Herî zêde keda jinên kedkar nayê dîtin. Gava têkoşîna yekbûyî û nasnameya jinê li hev kom bûn, baweriya me heye ku aştî û demokrasiyê avabikin. Bi vê hişmendiyê teqez em ê qezenc bikin.”