Li Helebê taxa dest ji berxwedanê bernade: Şêxmaqsûd 2018-04-15 14:12:57 HELEP - Taxa Şêxmaqsûd a Helebê ku di şerê Sûriyeyê de bi niştecihên xwe yên Kurd, Erep, Suryanî û Ermenî berxwedanek bê eman nîşan dan, niha jî bi hev re dest bi avakirin taxê kirine. Di hemû kolan û koçeyên taxê de şopên berxwedana gel heye. Taxa Şêxmaqsûd a Helepê yek ji mînakên berxwedanê yên şerê Sûriyeyê ye. Helep baharê herî mezin ê Sûriyeyê ye û erêmên rojava û bakur digre nava xwe. Berxwedaneke mezin a 6 salan vê derê berdewam kir. Gelên Kurd, Erep, Sûryanî û Ermenî bi hevre li ber xwe didin û dijîn.    Taxa Şêxmeqsûd bi xweşikî û renginiya xwe wiha ket ber objektîfên Ajansa Mezopotamyayê:   KURT, EREP, SIRYANÎ Û ERMENÎ…   Nêzî 100 hezar nûfisa Şêxmeqsûd heye û destpêkê Ermenî li vê derê bi cih dibin. Ermenî destpêkê navê “Cebel Seydî” lê dikin. Hîna jî niştecihên taxê bi vî navî Şêxmeqsûd bibîr tînin. Li Şêxmaqsudê kurd, Erep, Sûryanî û Ermenî dijîn. Piraniya Ermeniyan ji ber jenosîdê koçî vê derê kirine. Sûryaniyan jî piştî Jenosîda Seyfo ji Tirkiyeyê koçê taxê kirine.    Gelê herêmê 6 salan li dijî komên selefî û hêzên rejîmê şer kirin û di heman demê de avakirina jiyan xwe jî îhmal nekirin. Di şer de ambargoyek mezin li ser herêmê hat danîn û gel pir dilteng bû.   ‘MALA BERXWEDANÊ’   Mal bi bal, koçe bi koçe û kolan bi kolan taxa rastî êrîşan hat, heya hilweşin bûn hedefa bombe û gulayan. Mala herî navdar a vê taxê li kolana Muxabarat cih digire. Ligel windahiyên zêde jî, welatiyan li vê malê  sing bi sing şer kirin û ev mal weke “Mala Berxwedanê” tê binavkirin.   PERESTGEH TÊN PARASTIN   Gelên ku li dijî êrîşan berxwedanek bêeman nîşan dan, ne tenê mal û jiyana xwe, di heman demê de perestgehên xwe jî parastin û diparêzin. Dêrên li Taxên Şerqî yên Şêxmezsûd 6 salan ji aliyê gelê kurd û Ermeniyan ve hatin parastin.    Berxwedana Şêxmeqsûd bi nivîsan jî li ser dîwaran hatine xêzkirin û wêneyên kesên di berxwedanê de jiyana xwe ji dest dayîn jî hatin daliqadin.    BI HEVRE AVA DIKIN    Herêm niha jî malûvaniya gelê Efrînê dike û gel malên xwe yên di şer de zirar dîtine, tadîlat dikin. Welatî xurdeyên li ser malên xwe paqij dikin û şaredariyên herêmê jî alîkariya wan dikin.   Li taxê jin, ciwan û ji hemû beşên civakê cihê xwe di parastinê de digirin û ji bo vê yekê sazibûna xwe ava kirin. Gel niha jî hemû giraniya xwe dane ser avakirin dibistan û nexweşxaneyan. Ji bo bi hezaran zarok perwerdê bibînin gel zend û bendên xwe girê dane.    HÎNA JÎ LI BER XWE DIDIN    Gelek dayîk û bav ên di berxwedanê de cih digirin, ligel ku pevçûn kêm bûne jî dest ji çekên xwe bernadin. Ev berxwedana gel a li Şêxmeqsûd nirxeke mezin dibîne.    Gulê Selmo (Dayîka Gulê) ku di berxwedana Şêxmeqsûdê de ji aliyê hêzên rejîmê ve hat kuştin, bûye yek ji sembolên Şêxmeqsûd û wêneyên wê lig elek deverên taxê ve hatin daliqandin.   MA / Nazim Daştan