Koma xwest birdariya 10'ê Cotmehê sererast bikin polîsan êrîşê wan kir 2017-10-10 15:38:18   ENQERE - Birdariya 10'ê Cotmehê ya li Kuçeya Konurê, komekî xwest sererast bike, polîsan bi gaza îsotê û guleyên plastîk êrîşê wan kir.   Berî demekî Birdariya 10'ê Cotmehê ya li Kuçeya Konurê hatibû texrîbkirin. Koma xwest di salvegera komujiyê de birdariyê çê bike, li Kuçeya Konurê li hev civiyan.   Koma ku qurnefîl danîn ber birdariyê dirûşma "Em ê "10'ê Cotmehê ji bîr nekin" berz kirin, polîsên li derûdorê kom bûbûn êrîşê girseyê kirin û bi guleyên plastîk û gaza îsotê welatî ji kuçeyê hatin derxistin.