Karkerên li Çelê bi çekan dixebitin kîne? 2018-04-15 11:33:56 COLEMÊRG - Li navçeya Çelê ya Colemêrgê karkerên ku bi çekin û karê kişandina kabloyan dikin welatiyên herêmê xistin nava fikaran. Welatiyan diyar kirin ku ev karkerên bi çek kîne. Welatiyan diyar kirin ku ew nizanin ev karker kîne û xizmeta çidikin.  Li navçeya Çelê ya Colemêrgê karkerên ku bi kabloyan ji bo çavkaniyên binerdê tespît bikin kabloyan bi cih dikin bi çek in û kar dikin. Karkerên ku bi çek in û karê kişandina kabloyan dini welatiyên herêmê xistin nava fikaran. Karkerên ku di navbera gundê Bêlatê û Gundê Seyidân yê navbera Çelê û Colemêrgê kablo li ser ruyê erdê bi cih dikin, tevî çekan kar dikin. Bi dehan karkerên ku tevî çekan kar dikin welatî xistin nava fikaran. Welatiyan diyar kirin ku karker bi maşîneyên luks diçin û tên û tevî çekan kar dikin. Hat diyar kirin ku karker li Gundê Belatê ji bo çavkaniyên petrolê tespît bikin kar dikin. Hin çavkaniyan diyar kirin ku ji bo lêgerina petrolê îhale dane fîrmayek taybet. Welatiyan anîn ziman ku karker bi maşîneyên luks diçin û tên û bi çekên lûledirêj kar dikin. Welatiyan anîn ziman ku çekên wan aşkere xuya dibin û ji serê sibê heta saet 17.00’ê êvarî kar dikin.    KEYAYÊ GUND: KES NIZANE    Keyayekî gundê herêmê ku nexwest navê xwe bide, diyar kir ku ji bo hedefa Erdogan a 2023'an ev karker bi hemû hêza xwe li çavkaniyên zikê erdê digerin û wiha got: "Ji xwe li Çelê petrol hatiye dîtin. Ev karker girêdayî kijan fîrmayê ne em jî nizanin. Tê gotin ku di nava karkeran de polîs jî hene. Li ser hemu karkeran çekên herî pêşketî hene. Kes ji tirsan newêre biçe cem vana û nikare bêjin hûn kîne û li çi digerin. Min dît ku li gelek bargehan kesên dixebitin bi çekan kar dikin."