Li Wanê qedexeya neçîrê dest pê kir 2018-04-15 10:43:46 WAN - Li Wanê piştî serdema hêkkirina masiyên încî-kefalî yên Gola Wanê dest pê kir, qedexeya neçira masiyan jî dest pê kir.  Li Wanê serdema hêkkirina masiyên Încî Kefalî yên Gola Wanê dest pê kir. Pişti serdena hêk û zêdebûna masiyan dest pê kir, qedexeya neçîra masiyan a Gola  Wanê jî dest pêkir. Qedexe dê ji 15'ê Nîsanê heta 15'ê Tîrmehê berdewam bike.    Li cîhanê masiyên încî kefalî tenê di Gola Wanê de hene. Qedexeya nêçîra masîpankan 15’ê Nîsanê (îro) dest pê dike. Heta 4 mehan dê girtina masîyan qedexe be. Masîvanên Gola Wanê torên xwe yên dawî diavêjin golê.