Îşkenceya ku te dît te nenvîsî lê me nivîsî 2017-10-10 15:37:38   MÊRSÎN - Nûçegîhanê dîhabera bi KHK'ê hat girtin Erdogan Alayumat û xebatkarê rojnameya Ozgurlukçu Demokrasiyê Serkan Erdogan li Girtîgeha Tîpa T a Tarsusê hatibûn îşkencekirin, rojnamegeran ji hempîşenên xwe re name şandin.   Nûçegîhanê Ajansa Nûçeyan a Medya û Dîcleyê (dîhaber) a bi KHK'ê hat girtin Erdogan Alayumat û xebatkarê rojnameya Ozgurlukçu Demokrasiyê Serkan Erdogan, li girtîgehê hatibûn îşkencekirin. Hempîşeyên wan ji bo balê bikişînin ser îşkenceyê name ji hevalên xwe re şandin.   Di nameya piştgiriyê de ji Ajansa Mezopotamyayê Ergîn Çaglar, ji rojnameya Evrenselê Cemîl Ugur û Halîl Îbrahîm Pola, rojnameya Mersîn Îmeceyê Turan Dal û Mejdel Aslan û ji rojnameya Mersin Yaşamê Abîdîn Yagmur, Pîr Haber Ajansi Dîren Keser û rojnameger Fatma Sarikaya jî piştgirî dan. Nûçegîhanê Evrenselê Cemîl Ugur daxuyaniyek kurt da û ev tişt got: "Erdogan Alayumat piştî ji hêla memûrê înfazê ve hat derbkirin, bi gotinên wekî 'Bila rojnameger vê jî binvîse' henekê xwe bi wî kiribûn, em wekî hempîşeyên wî em ê bûyerê bişopînin û bi rêya nameyekê piştgiriya xwe bidin nîşan. Azadiya çapemeniyê bi rûmeta mirovahiyê re wekî hev e."   Di nameya rojnamegeran de êrîşa hovane hat şermezarkirin û hat gotin ku îşkenceya ku Alayumat nenvîsiye, hempîşeyên wî nivîsîne û dê şopdarê bûyerê bin.