2 sal derbas bûn hîn jî îdianame doza Gemsîzê nehatiye amadekirin 2018-04-15 09:18:47 STENBOL – Di ser kuştina Pinar Gemsizê ku polîsan ew kuşt, re 2 sal derbasbûn, lê belê heta niha tu geşedan rû nedane. Yaşar Gemsîz, hevjînê Pinar Gemsîzê, diyar kir ku ew li benda edaletê ne û got keça wî dibêje “Bavo, ez ê kengî kujerên diya xwe bibinim.”  Dayika 3 zarokan Pinar Gemsîz, di 15’ê Gulana 2016’an de li Taxa Gaziyê ya navçeya Sûltangazî ya Stenbolê, bi guleyên polîsan hat kuştin. Di ser kuştina Gemsîzê re hema bêje 2 sal derbas bûne lê belê heta niha tu geşedan rû nedane. Di lêpirsîna ku li Dozgeriya Komarê ya Sûltangaziyê hat destpêkirin de, ji roja ewil ve der barê bûyerê de biryara nepeniyê hat dayîn û ev biryar hîn jî didome. Heta niha 2 dozgerên dosyeyê guherîne û niha dosye li benda dozgerê sisêyan e. Di dosyeyê de heta niha tu tişt neguherîne, lê belê piştî Pinarê ji bo malbata wê gelek tişt guherîn.    Piştî Pinar Gemsîzê, hevjînê wê Yaşar û zarokên wê Hunav û Bager tevî bavê xwe li malekê dijîn, lê belê Avşîna ku dema diya wê hat kuştin 3 mehî bû, heta demekê bi şîrê dayînên dildar hat xwedîkirin. Dû re jin bira Yaşar Gemsîz, Saybe Gemsîz ku li heman taxê rûdiniştin lê nihêrî. Lê belê 7 meh berê mala Saybe Gemsîz ji Taxa Gaziyê çû Maltepeyê û ji ber vê êdî malbat ancax 15 rojan carekê Avşînê dibîne. Çimkî bav Yaşar Gemsîz hem dixebite hem jî bi xwedîkirina herdu zarokên xwe û dibistana wan re eleqedar dibe. Her çend ev rewş ji bo wan zehmet be jî, ji bo lênerîna Avşînê vê rewşê qebûl dikin.    ‘GELO EZ Ê KUJERÊN DIYA XWE BIBÎNIM?’    Niha Avşînê bûye 2 sal û hîn jî hay ji hebûn û tunebûna diya xwe tune ye. Lê belê Bager (15) û Hunav (9) hay ji vê rewşê hene. Dema Hunav hîn dibe dayika wê hatiye kuştin wisa dibêje: “Zirara diya min negihaştiye tu kesî, ji bo çi diya min kuştin. Bavo ev polîs doza çi me dixwazin.” Bav Gemsîz, destnîşan kir ku dema keça wî polîsan dibîne ditirse û xwe dixe pişt wî. Gemsîz got: “Keça min Hunav tim dibêje ‘bavo, ez ê kengî kujerên bavê xwe bibînim. Gelo ez wan bibînim?”    ‘ME ROJÊN ZEHMET DÎTIN’    Yaşar Gemsîz, destnîşan kir ku piştî hevjîna wî hatiye kuştin, gelek tişt guherîne û got: “Me rojên zehmet dîtin. Hîn jî em dibînin. Niha li du zarokan dinerim. Hem dibistana wan hem jî mal, zehmet e.” Gemsîz, bi lêv kir ku xwişka wî heftê carekê tê mala wan aliyê wan paqijiyê dike û got: “Sibehê dema hişyar dibim diçim cihê kar. Bager diçe lîseyê û Hunav jî diçe pola 3’yan. Zarokên min herdu jî piştî nîvroj diçin dibistanê. Ji ber wê dema radibin taştêya xwe amade dikin. Dû re kurê min diçe dibistana xwe. Keça min jî tê cem min saetekê du saetan dimîne. Dema karê min diqede, saet li dor 19.00’an diçim dibistanê keça xwe digirim û em tên malê. Demildest dest bi çêkirina xwarinê dikim. Wê çaxê kurê min jî ji dibistanê tê. Em xwarina xwe dixwin. Eger hebin ez an jî kekê wê, em ji bo dersê alîkariya keça min dikin.”    ‘EM LI BENDA EDALETÊ NE’    Gemsîz, destnîşan kir ku nêzî 7 meh berê kekê wî û hevjîna xwe mala xwe birine Maltepeyê û got: “Heta niha jinbira min li Avşînê dinere. Piştî mala xwe birin Maltepeyê êdî em wek berê Avşînê nabînin. 15 rojan carekê em wê dibînin. Carinan em bi tekefonê bi dîmen diaxivin. Niha di warê tenduristiyê de tu pirsgirêkeke wê tune ye. Lê bê dê mezin dibe.” Gemsîz domand: “Em ji hev dûr in. Ew li wir, em jî li vir dijîn. Tim hişê me li ser Avşînê ye. Hişê min bûye sê çar perçe. Ne perçeyekî tenê me. Hem bi kar re eleqedar dibim hem bi zarokan û hem jî li Avşînê û dozê difikirim. Hema bêje jiyana me perçe perçe bû.”    Gemsîz, destnîşan kir ku heta niha di dozê de tu geşedan rû nedane û biryara nepeniyê ya li ser dosyayê hîn jî didome. Gemsîz got: “Hema bêje 2 sal derbas bûn, lê hîn jî tu geşedan rû nedane. Em dixwazin edalet bi awayekî lez û bez pêk bê. Em li benda edaletê ne.”    ‘ÎDIANAME NEHATIYE AMADEKIRIN’    Parêzerê Gemsîzê, Ferhat Bogatekîn jî, diyar kir ku nêzî 2 sal berê bûyer qewimiye, lê belê hîn jî îdianame nehatiye amadekirin. Bogatekîn got: “Di serlêdana dawî de me rû bi rû bi dozger re hevdîtin çêkir. 4 meh berê me bi dozgerê sêyem ê dosyeyê re hevdîtin çêkir û got ‘Ez ê îdianameyê amade bikim.’ Lê hîn nehatiye amadekirin. Tiştek negihaştiye ber destê me. Bi îhtimaleke mezin dibêjin ev bûyer ‘kiryar nediyar e’ û ji ber vê li ser nasekinin. Me ji dozger xwes demildest dozê bide destpêkirin, lê tiştek nekir. Dibe ku biryara neşopandinê jî bidin. Ji ber mafê jiyanê hatiye binpêkirin niha em li ser Dadgeha Qanûna Bingehîn û DMME’yê hûr dibin.”    MA / Sadiye Eser