Mêran got ‘hûn nikarin bikin’, lê wan Mala Sabûnê ava kir 2018-04-15 09:14:54 MANÎSA – Li gundê Yirca yê Somayê jinên ku sabûna organîk a bi rûnê zeytê çêdikin, her çend mêran got “hûn nikarin bikin” jî li ber xwe dan xwe bi xwe aboriya xwe pêk tînin. Ji van jinan Emîne Akin got: “Dema mirov aboriya xwe bi dest dixe tiştekî pir xweş e. Ji ber vê naxwazim biçim malê.”  Li gundê Yirca yê navçeya Soma ya Manîsayê, jinên ku bi projeya Mala Sabûnê ya Komeleya Parastin û Pêşvebirinê ya Hawirdorê hatin gel hev, xwe bi xwe aboriya xwe pêk anîn. Li vê mala ku bi awayekî kolektîf hatiye avakirin, jin qîma xwe tenê bi çêkirina sabûnan nayînin. Di heman demê de di firina ku çêkirine de nan jî dipihêtin.    Dema jinan dest bi çêkirina zeytûnan ên bi rûnê zeytê tên çêkirin kir, hevjînên wan ji wan re gotine “hûn nikarin bikin, nabe”. Lê belê jin bereksê gotinên mêran tevgeriyane û niha her roj sabûnê çêdikin. Her wiha dê jin, di rojên pêş de şampûana organîk û macûna diranan a organîk jî çêbikin.    ÇÊKIRINA SABÛNÊ   Yek ji van jinên ku sabûnan çêdike Emîne Akin e. Akin, diyar kir ku ji ber niha ne muhtacê mêr e pir bextewar e. Akin behsa çêkirina sabûnê kir: “Em zeytê bi kostîkê distrên. Dû re em cehteriyê tev lê dikin. Paşê jî em wan dixin qaliban û ziwa dikin.” Akin, bi lêv kir ku ew nan jî çêdikin û di demeke nêz de ew ê li bazar û çarşiyê jî bifiroşin.    ‘NAXWAZIM BIÇIM MALÊ’    Akin, destnîşan kir ku hevjînê wê tim jê re dibêje “Te dev ji malê berdaye, nexebite”, lê belê ew her roj diçe Mala Sabûnê. Akin got: “Hevjînê min got ‘karê sabûnê nabe, aha va li vir dinivîsînim û jê nabim.’ Lê belê dema me pere qezenc kirin got ‘ez ê jê bibim.’ Min ji hevjînê xwe re got ‘ez pereyan qezenc dikim, ev tiştekî xweş e. Ez ê bi xwe pereyan qezenc bikim û ji te naxwazim.’ Berê min tim karê malê dikir. Pere tune bû, lê niha dema diçim bazarê zêde xerc dikim. Êdî ez pêlava xwe dikirim. Dema mirov aboriya xwe bi dest dixe tiştekî pir xweş e. Ji ber vê naxwazim biçim malê.”    Akin, diyar kir ku ji bo jin muhtacî mêran nebin divê bi xwe aboriya xwe bi dest bixin.