Êrîşê bîranîna 10'ê Cotmehê kirin gelek kes binçav kirin 2017-10-10 14:12:04 STENBOL - Xwendekarên li Zanîngeha Stenbolê xwestin Komkujiya Enqereyê şermezar bikin û bîranînê pek bînîn, polîsan êrîşê wan kir û gekek kes binçav kirin.   Gelek xwendekarên li Kampusa Beyazitê ya navendî ya Zanîngeha Stenbolê (ÎU) hatin gel hev û xwestin kesên di Komkujiya Enqereyê de jiyana xwe ji dest dane bi bîr bînin, polîs êrîşê wan kir. Polîsên ji bo bîranînê astengî derxistin, xwendevanan dirûşmên "Tundî me bêzar nake" berz kirin û ber bi deriyê navendî ve dest bi meşê kirin. Polîsan destûr neda meşê, gelek xwendevan binçav kir.   Li ser bûyeran polîsan ketin û derketina zanîngehê jî qedexe kir, welatiyên li Qada Beyazitê hatin gel hev û xwestin piştgiriyê bidin xwendevanan, polîsa destûr neda wan û ew ji qadê dûr xistin.