Dîroknasê kurd Zend çû ser dilovaniya xwe 2017-10-10 13:12:15 NAVENDA NÛÇEYAN - Dîroknasê kurd Kerîm Zend yê li ser erdnîgariyê jî lêkolînan dike, di 93 salî xwe de li Silêmaniyê çû ser dilovaniya xwe. Dîroknas Kerîm Zend li bajarê Silêmaniyê îro çû ser dilovaniya xwe. Zend di sala 1924'an de li Taxa Melkenî ya Silêmaniyê ji dayik bûye. Xwendina seretayî li Silêmaniyê temam kir. Di sala 1944'an de beşa mamosteyê li Bexdayê qedandiye.   Di dema Komara Mahabatê de mamostayê zimanê kurdî bûye.   Zend di temenê xwe yê 93 salan de bi dehan pirtûkan nivîsiye. Pirtûkên wî mijarên girîng digire dest. Yek ji pirtûka wî 'Tomara Temen' a ji 5 bergan pêk tê. Naveroka wê li ser erdnîgariya Kurdistanê û gelên li Kurdistanê ye. Her wiha yekem kes e ku pirtûka pîroz Încîl wergerî kurdî kiriye.