Li Colemêrgê ‘qedexe’ hat dirêjkirin 2017-10-10 12:29:13 COLEMÊRG – Walîtiya Colemêrgê dema “qedexekirina” 31 qadên girêdayî navenda bajêr û navçeyên wê di bin navê “Herêma ewlehiya taybet” dirêj kir.  Walîtiya Colemêrgê 31 qadên girêdayî navenda bajêr û navçeyan di bin navê “Herêma ewlehiya taybet” ji 26’ê îlonê heta 10’ê cotmehê dirêj kiribû. Walîtiyê heman herêman 15 rojên din jî dirêj kir. Walîtiyê ragihand ku dema qedexekirina 31 herêmên girêdayî navenda Colemêrgê, navçeyên Gever, Şemzînan û Çelê ji 11 cotmehê heta 25’ê cotmehê hatine dirêjkirin.