Rêveberiya ÎTO’yê: Ji niha ve fikare windakirina hilbijartinê li çapemeniya hewzê peyda bûye 2018-04-12 09:13:10 STENBOL – Hin saziyên çapemeniyê beriya hilbijartina rêveberiya Odeya Bijîşkan a Stenbolê (ÎTO) dest bi kampanyaya reşkirinê kiribû. Bijîşkan bertek nîşanî vê yekê da û gotin: “Çapemeniya îktîdarê ketiye nav fikarin ku dê hilbijartin ji dest biçe.”  Piştî şerê Efrînê, ji ber ku gotin “Şer pirsgirêka tenduristiya gel e” çapemeniya nêzî hikûmetê li hemberî Yekîtiya Bijîşkên Tirk (TTB) û odeyên girêdayî wê dest bi kampanyaya reşkirinê kir. Wê Odeya Bijîşkan a Stenbolê (ÎTO) roja yekşemê ji bo hilbijartina rêeveberiya xwe hilbijartinê çêbike. Lê belê Rojnameya Akşamê bi surmanşeta “Mirî kriine hilbijêr” careke din ew hedef nîşan dan. Endam û namzetên Koma Beşdarbûyînê ya Demokratîk (DKG) bertek nîşanî vê rewşê dan.    Namzetê Endamê Desteya Rêvebir yê DGK’ê Recep Koç, diyar kir ku hilbijartin di bin venêhartina Desteya Hilbijartinê ya Navçeyê de tê kirin got: “Lîsteya endaman tê amadekirin û ev berpêşî desteya hilbijratinê tên kirin. Piştî desteya hilbijartinê tesdîq dike tên daliqandin. Herkes dikare vê lîsteya li odeya me ya bijîşkan bibîne.” Koç, bertek nîşanî çapemeniya hewzê da û destnîşan kir ku divê bê lêkolînkirin ka kengî endamên mirî deng bi kar anîne û paşê manşet bên danîn.    ‘FIKARA KU DÊ HILBIJARTINÊ WINDA BIKIN LI WAN PEYDA BÛYE’    Serokê Yekîtiya Bijîşkan ê berê Prof. Dr. Gençay Gursoy, destnîşan kir ku demeke dirêj e alîgirên îktîdarê hewl didin TTB’ê bi dest bixin û ji ber hilbijartin nêz bûye îxbarên bê binî dikin û şiltaxiyan dikin. Gursoy diyar kir ku divê ev nûçe esas neyên girtin û got: “Ji niha ve fikare ku dê hilbijartinê winda bikin li wan peyda bûye.”    Sekreterê Giştî yê Odeya Bijîşkan a Stenbolê Dr. Samet Menguç jî rojnamevaniya xwe bi îktîdarê ve daniye nûçeyên sêwirîner çêdike û got: “Tu heqîqeteke vê nûçeyê tune ye. Li hemberî rêveberiya heyî kampanyaya reşkirinê dane destpêkirin. Me serî li merciyên hiqûqî daye. Em naxwazin ji bo van tiştên vala serê hevdu biêşînin.. Raya bijîşkan û yara giştî dizane ku ev nûçe derew e.”    ‘JI BO NÊVENGEKE TENDURISTIYÊ YA HÎN BAŞTIR EM TÊKOŞIYAN’    Endamê Desteya Rêveber a DKG’ê Dr. Guray Kiliç jî diyar kir ku beriya hilbijartinê êdî êrîş bi awayekî hîn aşkeretir tên kirin û got: “Bi salane ji bo bijîşktî û nîvengeke tenduristiyê ya hîn baştir û li welat ji bo aştiyê em têkoşiyan. Me daxwazên xwe yên di vî warî de bi lêv kirin. Bijîşkan jî bersiva van daxwazên me dan û nêz 20 sal e em di rêveberiyê de ne. Tevî bijîşkan em Yekîtiya Bijîşkên Tirk bi rê ve dibin. Em bi rê û rêbazên demokratîk di rêveberiyê de cih digirin. Peywira me; bijîşktiyeke hîn baştir û peydakirina nêvengeke tenduristiyane ye.”    Kiliç, destnîşan kir ku nêvenga tenduristiyê ber bi nebaşiyê ve diçe û got: “Em bi enqazekê re rû bi rû ne. Hikûmet avaniyeke ku van tiştan bilêv dike na, avaniyeke ku tiştên ew dibêje dike daxwaz dike. Tu hêzeke muxalif naxwaze. Ji ber vê ye dixwazin me bêdeng bikin.”