Evrîm bi saya Ozgur Gundemê bû Evrîm 2018-04-12 09:12:05 AMED – Mukades Alataş, di salvegera koça xwişka xwe rojnamevan-nivîskar Evrîm Alataşê de axivî û destnîşan kir ku xwişka wê di Rojnameya Ozgur Gundemê de kemiliye. Alataş got: “Ji dêvla Ozgur Gundemê rojnameyeke din bûna, wê nebûna Evrîm. Evrîm li wir bû Evrîm.”  Rojnamevan-nivîskar Evrîm Alataş di 12’ê Nîsana 2010’an de ji ber nexweşîna pençeşêrê mir. Xwişka wê parêzvana mafê mirovan û jinan Mukkades Alataş di salvegera koça xwişka xwe de behsa wê kir. Xwişk Alataş got: ““Ji dêvla Ozgur Gundemê rojnameyeke din bûna, wê nebûna Evrîm. Evrîm li wir bû Evrîm.”   Xwişk Alataş, diyar kir ku di serdemeke wisa de pêdiviya wan pir bi nivîs û rojnamegeriya Evrîmê heye.    Alataş, behsa tiştên ku Evrîm dixwest bike kir û got: “Evrîmê tim digot, belkî ez hindik bijîm. Ne ji ber wê nexweşîna xwe. Ji ber vê tim û bil ez hewl didan hin tiştan bike. Digot divê bêtir ez kuçeyan bibinim, divê bêtir ez mirovan nas bikim û bêtir binivîsînim. Di kompîtura wê de senaryo û karîkaturên wê yên nîvcomayî hene. Her wiha dixwest pirtûka xwe ‘Her Dağın Gölgesi Denize Düşer’ bike fîlm. Dema li nexweşxaneyê bû çend derhêneran teklîf lê kir. Lê fikra wê ew bû ku dema ew ji nexweşxaneyê derkeve ew ê bike.”    ‘PIŞTÎ TEVGERA AZADIYÊ NAS KIR BÊTIR HAY JI PIRSGIRÊKAN ÇÊBÛ’   Xwişk Alataş, behsa Evrîmê û nasîna wê ya têkoşînê kir û got: “Em kurdên elewî û sosyalist in. Artêşa Rizgariya Gel a Tirkiyeyê li gundê xwe me xwe birêxistin kiribû û piraniya gund jî xwende û rewşenbîr bûn. Her çend di darbeya 1980’yî de dewlet bi ser de çûbe jî, hîn jî li wan gundan berhemên têkoşînê hene. Di salên 90’î de li gund gelek kes tev li Tevgera Azadiyê ya Kurd bûn. Piştî ku Evrîmê Tevgera Azadiyê ya Kurd nas kir, hîn bêtir pirsgirêkan bi awayekî aşkere dît. Xwest têkoşîna azadiyê ya gelê kurd di xwe de pêk bîne û wisa bijî. Û dixwest van hîsên xwe bi nivîsan bi raya giştî re parve bike.”    Alataş, diyar kir ku hîn Evrîmê 16 salî bû bertekên wê yên polîtîk hebûn û got: “Di sala 1992’yan de bi awayekî dijwar êrîşî navenda Şirnexê kiribûn. Ji bo bertek nîşanî vê yekê bê dayîn li Qada Sûltanahmetê çalakiyek hat lidarxistin. Em tevde tev li vê çalakiyê bûn. Wê demê Evrîmê 16 salî bû. Polîsan mudaxile kir û em hemûyan binçav kirin. Ji ber ku Evrîmê zarok bû, dotirê hat berdan. Lê em hatin girtin. Bi wê çalakiyê re bi awayekî lez û bez tev li têkoşînê bû.”    ‘BI OZGUR GUNDEMÊ BÛ EVRÎM’    Alataş, bal kişand ser rojnamevaniya Evrîm Alataşê û diyar kir ku hîn 17-18 salî bûye di Ozgur Gundemê de dest bi xebtaê kiriye. Alataş, destnîşan kir ku Evrîm bi saya hevalên xwe yên li rojnameyê hînî rojnamevaniyê bû û li wir kemilî. Alataş got: “Kameraya wê tim di destêê wê de û wênekêşa wê tim di stuyê wê de, ji wê nûçeyê diçû nûçeyeke din. Ozgur Gundem tesîreke zêde li Evrîmê kir. Ji dêvla Ozgur Gundemê rojnameyeke din bûna, wê nebûna Evrîm. Evrîm li wir bû Evrîm. Her çend tim bihatanan binçavkirin jî, wê dev ji vê kevneşopiyê berneda. Xebata di Ozgur Gundemê de tim risk bû. Hele wan wextan… Gelek rojnamevan dihatin windakirin û kuştin.”    Xwişk Alataş, diyar kir ku eger Evrîm Alataş div ê pêvajoya heyî de sax bûne wê projeyên xwe yên nîvcomayî temam bikirina û got: “Lê belê di şert û mercên niha de bi îhtimaleke mezin wê di girtîgehê de bûna. Her wiha ji ber lêpirsîna der barê Komeleya Sarmaşikê de li Evrîmê digeriyan. Yanî der barê keseke ku jiyana xwe ji dest dabû de biryara girtinê hatibû dayîn.    Lê wê herî zêde behsa aştiyê bikiran. Wê ji herdu aliyan jî bixwestana ku xwîn arweste. Êşa dayika gerîla û leşkeran hîs dikir. Ji ber vê wê bixwestana aştî pêk bê û pirsgirêka kurd bê çareserkirin. Nemaze jî wê di pêvajoya çareseriyê de destnîşan bikirana ku maseya muzakereyê neyê qelabtin.”    MA/Cihan Olmez/Devran Toptaş