Polîs êrîşê bîranîna 10'ê Cotmehê kir 2017-10-10 11:41:02 ENQERE - Malbat û girseya ku xwest li ber Gara enqereyê Komkujiya 10'ê Cotmehê şermezar bike û kesên jiyana xwe ji dest dane bi bîr bînin, polîsan bi gaza îsotê û fîşekên plastîk êrîşê wan kir. Di 10'ê Cotmeha 2015'an de DAIŞ'ê li dijî "Mîtînga Aştiyê" êrîş pêk anîbû û di bûyerê de 102 kesan jiyana xwe ji dest dabû û b sedan kes jî birîndar bûbûn. Malbat û girseya xwest li ber Gara Enqereyê bîranînê pêk bîne, polîsan bi gaza îsotê û guleyên plastîk êrîşê wan kir.   Di saetên serê sibehê de bi feremana walî hemû rêyên diçûn Gara Trenê ya Enqereyê hatin girtin. Girseya xwest li ber Odeya Endezyarên Înşaetê (ÎMO) bîranînê pêk bîne, lê polîsan bi TOMA û gaza îsotê êrîşê girseyê kir. Girseya ku dema rêz digirt, bû hedefa polîsan. Di girseyê de Hevseroka Giştî ya HDP'ê Serpîl Kemalbay û Wekîlê HDP'ê Ahmet Yildirim jî cih girtin.   Di êrîşa polîsan de 15 kes hatin binçavkirin. Seroka Komeleya Piştgirî û Aştiyê ya 10'ê Cotmehê Mehtap Sakîncî Çoşgun diyar kir ku ew qet neketine ber garê û wiha got: "Piştî êrîşê me xwest em bikevin qadê. Tenê komek wekîlên CHP'ê ket qadê. Bîranîna xwe pêk anîne. Ji derveyê CHP'ê me bi saziyên sivîl heyeteke temsîlî ava kir. Wekîlên CHP'ê tev li muzakareya hevbeş nebûn û saet di 9.15'an de êrîşê me kirin.