Ceza ji Nurcan Baysal re hat xwestin 2018-04-11 15:13:49   AMED - Nivîskar Nurcan Baysal ji ber parvekirinên xwe yên Twîtterê yên derbarê Efrînê de hatibû binçavkirin û berdan, bi îdîaya “Gel tehrîkî kîn û dijminantiyê kirin û  kêmxistin” doz lê hat vekirin û di dozê 3 sal cezayê girtîgehê jê re hat xwestin.    Piştî êrîşên TSK û komên hevkarên wê yên OSO yên di 20’ê Cile yên li ser Efrînê, polîsan ji ber parvekirinên medya civakê yên li dijî şer di 22’yê Cile de bi ser mala nivîskar Nurcan Baysal de girtin û binçav kirin.  Lêpirsîna derbarê Nurcan Baysal  a di 24’ê Cile de hat berdan bi dawî bû. Di îdîanameya Serdozgerê Komarê yê Amedê amade kirî de, ji ber 9 twîtterên di hesabên xwe de parve kirin bi îdîaya “Gel tehrîkî kîn û dijminantiyê kirin û kêmxistin” ji salekê heya 3 salan cezayê girtîgehê ji Baysal re xwest.   7’emîn Dadgeha Cezayê Aslî ya Amedê doz qebûl kir û danişîna dozê dê di mehên pêş de bê dîtin.