Şahidê komkujiya Dersimê hat oxirkirin 2018-04-11 14:53:03 DERSIM – Yek ji şahidên komkujiya Dersimê Alî Hidir Şahîn ê jiyana xwe ji dest da hat definkirin.  Yek ji şahidên komkujiya Dersimê ya di navbera 1937-38’an de Alî Hidir Şahîn (92) ê du roj berê jiyana xwe ji dest da, li Mala Cemê ya Dersimê merasîm hat lidarxistin. Şahidên komkujiya Dersimê, Wekîlê HDP’ê yê Dersimê Alîcan Onlu, nûnerên saziyên civakî yên sivîl û gelek welatî beşdarî merasîmê bûn.    ‘BI VEGOTINÊN XWE MÎRATEYA MEZIN JI ME RE HIŞT’    Parlamenterê HDP’ê Onlu di merasîmê de axivî û sersaxî ji gelê Dersimê re xwest. Onlu destnîşan kir ku Şahîn yek ji şahidên komkujî û zilma dewletê re kiribû û got: “Me komkujî û zilma dewletê ji wan bihîst. Apê Xidir jî bi vegotinên xwe ji me re mîrateyek mezi hişt. Em ê jî wek gelê Dersimê xwedî li şahidiya Apê Xidir derbikevin û ji bo li dijî derketina zilm û komkujiyê berpirsyariya xwe bînin cih.”    Pişt re peywîra cenaze pêk hat û ji gel helalî hat xwestin. Cenazeyê Şahîn li gundê Meytanê defin kirin. Li goristanê find hatin vêxistin û qurnefil danîn ser gorê.    Jiyana Şahîn ê 92 salî bi şahidî û vegotina komkujiyê, sirgûn û girtîgehan de derbas bû. Şahîn di 70 saliya xwe de bi îdiaya “Endamê rêxistinê ye” hat girtin û 6 sal di girtîgehê de ma.