Li Bismîlê polîsan 14 kes binçav kirin 2018-04-11 14:50:25 AMED - Li Bismîlê di serdegirtina malan de rêveberên HDP û DBP’ê jî di navê de herî kêm 14 kes hatin binçavkirin. Li navçeya Bismîla Amedê, polîsan hemwext bi ser malan de girtin û lêgerîn pêk anîn. Di serdegirtinê rêveberên HDP û DBP’ê jî di navê de herî kêm 14 kes hatin binçav kirin. Navê 14 kesên hinceta binçavkirina wan nehat zanîn wihane: Nesibe Uygun, Kerem Amaç, Gulşen Çalin, Yeşîm Yilmaz, Omer Gokalp, Halît Sevîm, Mustafa Baz, Yasîn Karabulut, Edîp Oruç, Edîbe Esmer, Bayram Akduman, Felemez Bulut, Zarîfe Bakir û Omer Yıldız.    Nehat zanîn kesên hatin binçavkirin, li ku derê tên girtin.