Dadgeh bi israr e ku Demîrtaş neyne dadgehê 2017-10-10 11:19:58 ENQERE – Li şûna ku amadekariya rûniştina doza Demîrtaş bê kirin lê dadgehê ji bo bi SEGBÎS’ê beşdarî dozê bikin guncav dît nivîsand.  Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş yê li Girtîgeha Tîpa F a Edîrnê girtî ye dê wî bianîna rûniştina ewil a doza jê tê darizandin a di 7’ê kanûnê de. Li bendê bû ku Demîrtaş beşdarî dozê bikin, lê Dadgeha Cezayê Giran a 19’emîn a Enqereyê ya ku li dozê dinêre nivîs nivîsand û biryar da ku Demîrtaş roja dozê bi SEGBÎS’ê beşdar bikin. Piştî biryara guncavdîtinê ya dadgehê derket parêzerên Demîrtaş bi hinceta biryar li dijî hiqûqê ye îtîraz kirin. Heta niha bersiv ji bo îtîrazê nehatiye dayîn.    Ji roja Demîrtaş girtiye heta niha 72 dozê wî hatin hatin dîtin lê beşdarî yek rûniştinê jî nehatiye kirin. Demîrtaş dê beşdarî doza di 7’ê tîrmehê de li Dadgeha Cezayê Asliyê ya 35’emîn a Enqereyê bihata kirin. Lê ji ber ku Demîrtaş ne hişt destên wî kelepçe bikin bertek nîşan dabû û beşdarî dozê nebûbû.